Di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan a navendên wê Mereşê de 53 hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest dan. 37 jê zarok herî kêm cenazeyên 140 kesan jî nehatin dîtin. Bi boneya salvegera 3’yan a erdhejê li gelek bajaran kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Bîranîn, saet di 04.17’ê de dest pê kirin.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Hatayê bi boneya salvegera erdhejan bîranîn li dar xist. Bi beşdariya endam û nûnerên sendîka, odeyên pîşeyî, partiyên siyasî û welatiyan ji Navenda Koordînasyona KESK’ê heta Meydana Ugur Mumcu meşeke bêdeng hat lidarxistin. Li Meydana Ugur Mumcu ya navçeya Defne ya Hatayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Mexdûrên erdhejê, li vir xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. Di bîranînê de pankarat “Me ji bîr nekir û dê ji bîr nekin” hate hilgirtin, find hatin vêxistin, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin û beşdaran qurnefîl danîn meydanê.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş û gelek kesên pê re qurnefîl danîn meydanê. Di bîranînê de êş û hêrseke mezin hebû.
Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan di bîranînê de got ku divê her kes li dijî polîtîkayên îktîdar ferz dike, li dijî pergala rizî bibin yek û got: “Heta ev pergala rizî nehilweşe dê êş û hêrsa me bi dawî nebe. Em ê ji bîr nekin, efû nekin û hevhelal nekin.”
Tuncer Bakirhan jî got ku tiştên qewimîn rê li ber êş û karesateke mezin vekiriye û ev tişt anî ziman: “Karesata esasî ne erdhej, nebûna dewletê bû. Xemsariyeke mezin heye. Welatî bi rojan di bin kavilan de man, diqîriyan, bi xizmên xwe re hev helal kirin û wisa jiyana xwe ji dest dan. Dewleta ku di dîtina faîlan de serkeftî, yên twîtekê diavêjin kolan bi kolan dibîne û digire, di vê karesatê de nebû. Ev ne karesat e, qetlîam e.”
Bakirhan got ku piştevanî girîng e û ji bo darizandina berpirsyaran ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Bakirhan, got: “Şewat çêdibin balafir tune ne. Erdhej çêdibin, bacên erdhejê tune ne. Sûcdar diyar in, li holê ne. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em derxin pêşberî darazê û hesabê jê bipirsin. Ji bo êdî karesatên wiha rû nedin divê berpirsyar bên darizandin. Divê dewlet peywira xwe bicih bîne. Li şûna ku bi muxalîfan mijûl be, bila ji bo encamên karesatê ji holê rake tevbigere.”
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaşê jî kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku dê berpirsyar hesabê bidin. Di axaftinên beşdarên din de jî hate gotin ku endamên karesatê ji xemsariya dewletê bû, tevdîr nehatin girtin û hêj niha jî mexdûriyet berdewam in.

