Li Hewlêrê pênc roj in qeyrana kêm benzîniyê destpê kiriye. Ajokar ji bo kirîna çend lîtreyek benzînê demek dirêj di sireyên benzînxaneyan de disekinin. Ajokar diyar dikin ku ev bi salane ew di nava rewşek bi vî rengî de jiyan dikin.
Ajokar eşkere dikin ku ew rojane demek dirêj di sireya benzînê de disekinin. Ajokaran gotin ku divê benzînxane heta êvaran vekirî bin, lê li Hewlêrê piştî nîvro têne girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye tevî sozên ku hikûmeta demborî ya Herêmê ya ji bo çareserkirina qeyrana sotemeniyê, heta niha jî nirxê her sê cûrên benzînê li Herêma Kurdistanê lîtra wê di navbera 900 heta 1300 dînar de ye.