Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) pîrozbahiyekê bi coş a Newrozê hat lidarxistin. Gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Jinên ku li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Hezexê hatin cem hev, bi meşaleyan ber bi qada pîrozbahiyê ve meşiyan. Jinan di meşê de posterê Rehşan Demîrel a ku di sala 1992’yan de ji bo protestokirina êrişên li ser pîrozbahiyên Newrozê laşê xwe dabû ber agir, hilgirtin.
Di dema meşê de bi domdarî dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Newroza te pîroz be ey Serok Apo” hatin berzkirin. Dema ku jin gihîştin qada pîrozbahiyê, coş zede bû û fîşekên hewayî hatin teqandin.
Jinan bi meşaleyên di destên xwe de agirê Newrozê pêxistin. Jinan li dora agir, strana koma Agirê Jiyan a bi navê “Rehşanê Rehşan” strîn. Girseya ku li dora agir bûbû xelek, bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Di dawiyê de banga tevlîbûnê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya mezin a ku dê di 25’ê Adarê de li Hezexê bê lidarxistin, hat kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

