Li gorî medya Îranê, danê siharê dadgerek bilind yê Îranê yê bi navê Îhsan Baqirî, li ber mala xwe ya li bajarê Şîraz ya dikeve Başûrê Îranê, ji aliyê kesek ne nas ve hatiye kuştin.
Çavkaniyê, ragihand ku piştî bûyerê kujer ber bi cihek nediyar ve reviyaye. Piştî bûyerê polîsên Îranê li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.
Li gorî medya Îranê Îhsan Baqirî dadgerê beşa 102 ya li Dageha Sucan ya 2 ya li bajarê Şîraz bû.
Derbarê bûyerê de heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.