Li herî kêm 15 eyaletên Îranê tevî paytext Tehran, saziyên fermî dê roja Çarşemê werin girtin an jî bi demjimêrên sînorkirî bixebitin. Ev biryar li ser daxwaza Wezareta Enerjiyê hat dayîn.
Ji ber pêla germahiyê ku ji Tîrmehê û vir ve didome li tevahiya welat gelek car dibe sedema qutbûna av û elektrîkê. Waliyê Tehranê got ku armanca vê gavê ew e ku karanîna av û elektrîkê baştir bike.
Depoyên avê li seranserê welêt kêm dibin, di heman demê de pirsgirêkên binesaziyê, gendelî û ceza krîzê kûrtir dikin. Îran îsal bi hişkesaliya herî giran a sedsalê re rû bi rû ye.