Di meş û daxuyaniyên ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatine organîzekirin de, daxwaza rakirina dorpêça li ser Kobanê û vekirina korîdorek alîkariya mirovî hat kirin.
Di meşa ku li Foça ya Îzmîrê hat lidar xistin de, hat diyar kirin ku Rojava ezmûnek azadiyê ya hevpar e ku bi pêşengiya jinan hatiye avakirin. Endama DEM Partiyê Ozgul Turunçoglu, da zanîn ku êrîşên li ser Rojava bi plan û piştgiriya navneteweyî têne kirin.
Hevberdevka rêxistinkirinê ya DEM Partiyê Esma Kaya, li Denîzliyê axivî û destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya komên cîhadîst armanc dike ku Sûriyeyek bê Kurd ava bike. Esma Kaya, daxwaza rakirina dorpêça li ser Kobanê, vekirina deriyê sînor ê Pîrsûsê û bidawîanîna êrîşan kir.
Piştî daxuyaniyê, li Denîzliyê çalakiyek rûniştinê hat lidar xistin.

