Vê sibehê li hemberî kesên ku beşdarî çalakiya ku bi banga Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê di 23’yê Çileyê de ji bo protestokirin êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava hate lidarxistin, bûne operasyona biserdegirtina malan hate kirin. Di encama biserdegirtinan de 5 kes hatin binçavkirin û li gel welatiyên roja çalakiyê li navçeya Alsancakê hatin binçavkirin, hejmara kesên hatine binçavkirin, gihîşt 11’an.
Sedema binçavkirinê weke sirûda ‘’Çerxa Şoreşê’’ û ‘’propagandaya rêxistinê’’ hate nîşandan.
Kesên hatin binçavkirin ev in: Mehmet Emîn Karadag, Agît Çelîk, Yûsûf Tînk, Emre Sarikaya û Mehmet Ozçelik.

