Êrîşên çeteyên HTŞ/DAÎŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk û dorpêça sê alî ya li ser Kobanê jiyana li bajêr rawestandiye. Birîna av, elektrîk, pêdiviyên jiyanê û dermanan bûye sedema krîzeke mezin.
Dr. Ehmed Mehmûd Kinco, ku li Nexweşxaneya Kobanê dixebite, diyar kir ku stokên dermanan bi lez kêm dibin û got ku di şert û mercên heyî de ji bo peydakirina xizmetên tenduristiyê zehmetiyan dikişînin. Kinco, da zanîn ku dermanên di destê wan de dikarin di nav çend rojan de biqedin û destnîşan kir ku pêdivî bi tedbîrên lezgîn heye.
Kinco, diyar kir ku her ku hejmara welatiyên li bajêr zêde dibe, hewcedarî hîn zêdetir dibin û got ku bijîşk dê li kêleka gel tevî zehmetiyan jî li ber xwe bidin.
Şêniya bi navê Narîn Ebdî Mistefa ku neçar e ji bo zarokên xwe li nexweşxaneyê oksîjenê bistîne, diyar kir ku ji ber qutbûna elektrîkê amûrên oksîjenê yên li malan naxebitin, derman peyda nabin û veguhastin jî rawestiyaye. Narîn Ebdî Mistefa, got ku Kobanê bi krîzeke mirovî ya giran re rû bi rû ye û bang li rayedaran kir.
Karmendên tenduristiyê û şêniyên bajêr daxwaza bidawîanîna dorpêçê û vekirina korîdoreke mirovî ya bilez bo bajarê Kobanê dikin.

