Fistiq cureyeke fêkiyan e û li gelek herêmên Kurdistanê debareya jiyanê ye. Çandinî û gihîştina wî gelekî zehmet e. Li gel vê wekî gelek fêkiyan ne demsalî ye û gihîştina wî bi salan diajo. Cotkar û karkerên ku debara xwe bi hilberîna fistiqan dikin jî van zor û zehmetiyan dikişinin.
Li Kobanê û gundên wê cotkar dest bi berhevkirina zeviyên xwe dikin. Her cotkarek dar û berên xwe kom dike. Niha jî gelê Kobanê û gundê wê dest bi çinîna fistiqan kirine.
Li bajarê Kobanê yek ji çandiniyên sereke yên daran fistiq e. Fistiq li gelek gundên Kobanê bi hektarên mezin tên çandin. Hin ji van daran nû hatine çandin, hin jî temenê wan ji 50 salan zêdetir e û ji pêşiyên wan ji wan re mane. Cotkar ev demeke di nava baxçeyên xwe de dest bi komkirina van berheman dikin. Dayik, zarok û mêr bi hev re berhemên xwe berhev dikin; hin ji wan ji gund û xizmên xwe re dibin, hin jî difroşin da ku debara jiyana xwe bikin.
Li Kobanê ne tenê fistiq, lê her wiha darên wekî hêjîr, zeytûn, tirî, guz, peyam û hwd. jî tên çandin. Îsal ji ber ziwabûnê, cotkar ji berhemên xwe gilî dikin. Ji ber kêmbarîna baranê, zeviyên genim bêberhem bûn. Dar jî bêberhem man û berhem bi miqdareke gelekî kêm têne. Cotkarekî dibêje, sala borî darek bi tena serê xwe 75 heta 100 kîlo fistiq dida, lê îsal baxçeyekî ku nêzî 1000 dar tê de ne, tenê 125 kîlo fistiq berhev kiriye.
Li Rojavayê Kurdistanê her demsalê berhemên cuda yên çandiniyê tên berhevkirin. Darên fistiqan bi giştî herî zêde berhemdar in. Şert û mercên avhewayê yên Kobanê jî ji bo çandina fistiqan guncaw in. Lê belê îsal, ji ber kêmbarîna baranê, berhema fistiqan ji her demsalê kêmtir û lewaztir e. Guherîna avhewayê, kêmbarîna baranê û bayê kûr yê hişk bûne sedem ku îsal berhema fistiqan gelekî kêm û lawaz be.
Têkildarî berhevkirina fistiqan, dayika bi navê Meryem ku xwediyê baxçeyekê ye ku tê de ji hezar darî zêdetir hene, dibêje ku îsal berhem gelekî kêm e û wiha got: “Îsal em ber bi baxçeyên xwe ve çûn û me xwest ku berhemên xwe yên fistiqan berhev bikin, lê di her darekê de tenê çend lib fistiq hebûn. Tevî ku me gelek dermanên ku daran bi hêz dikin bikar anîn û avê jî zêde da, lê dîsa jî berhemên fistiqan gelekî lewaz û kêm bûn.”
Dayika Meryem anî ziman ku nebûna berf û baranê bû sedema kêmberhemdariyê û wiha got: “Rola avhewayê di berhevkirina berheman de gelekî mezin e. Dema ku baran û berf nebare, bandoreke neyînî li erdê dike û ev bandor dibe sedem ku berhem çênebin an jî bi miqdareke gelekî kêm çêbibin. Sala borî di baxçeyê me de nîvê daran berhem dabûn û nîvê din negirtibûn. Îsal jî ji 1000 darî tenê 20 kîlo fistiq hatin. Ne tenê fistiq, lê tevahî berhemên din jî kêm in. Zeytûn jî di dema çîçekên xwe de, ji ber bayekî kur yê bi hêz, hemû çîçekên daran weşiyan û ew berhem jî çûn.”
Dayika Meryem di dawiyê de got: “Gundê me Bûban e, em li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ne. Darên me jî li ber sînor in. Dema ku em dixwazin biçin nava dar û berên xwe, dewleta Tirk a dagirker bi guleyan êrîşî me dike. Carna cotkar ji ber metirsiya jiyana xwe dev ji zeviyên xwe berdidin û ber bi malên xwe ve vedigerin. Di dema berhevkirina kemûnan de jî dewleta Tirk êrîşî paliyan kir û palî ji mecbûrî dev ji erdên xwe berdan. Ji ti salan ve wekî îsal berhem ewqas lewaz û kêm nehatiye.”