Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê li hember hesasiyeta pêvajoya heyî û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi erkên xwe rabûn û çekên zarokên xwe hilgirtin û bi navê Şehîd Azad tabûrek xwe ava kir.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê têkildarî êrişên li dijî herêmê, pêkanîna berpirsiyartiyê û boneya salvegera 7ˋemîn a destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê daxuyaniyek da.
Malbatên şehîdan di daxuyaniyê de got ew bi boneya salvegera 7ˋemîn a destpêkirina êrîşên dijî Efrînê, hemû hêzên dagirkir, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe çawa di 2018ˋan de bi êrîşeke hovane ku 58 rojan domde kir, kantona Efrînê dagir kir, niha jî bi heman xwestekê û bi awayekî hovane êrîşên dijwar dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet dijî pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê pêk tîne.
Sivîlên herêmê yên ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya xwe li hember êrîşan li bendavê nobedariyê dikin, hedef digir. Bi wê re nobedaran şehîd dixe û birîndar dike.
Meclisê di dewama daxuyaniya xwe de got li hember hemû sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna sozên zarokên xwe yên şehîd, çekên zarokên xwe rakirin.
Her wiha hat gotin ku bila dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê baş bizanin ku çawa di 2014ˋan de DAÎŞ li Kobanê hat têkbirin, ew îro jî li ser heman biryarê ne ku deweleta Tirk û çeteyên wê jî têk bibin.