Çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê 16 roj in Kobanê dorpêç kirine ku zêdeyî 600 hezar mirov lê ne. Metirsiya li ser jiyana mirovan zêde dibe. Derman nikare bê peydakirin, şîrê pitikan û xurek bi zorê bi dest dikevin.
Ji ber qutbûna elektrîkê ku bi rojan e dewam dike, li nexweşxaneyan xizmeta tenduristiyê nikare bê dayin. Sotemeniya ku şênî ji bo germkirinê bi kar tînin û pêwîstiyên din ên bingehîn ên jiyanê nayên peydakirin.
Peymana ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Şamê ya Demkî de 30’ê Çileyê hate îmzekirin, di 2’ê Sibatê de kete meriyetê. Di çarçoveya peymanê de diviyabû dorpêça li ser Kobanê bihata rakirin, lê belê di vî warî de hîn gavek nehatiye avêtin.
Li aliyê din, dewleta Tirk jî nahêle alîkariya mirovî ya ku ji aliyê gelê Bakurê Kurdistanê ve hatiye komkirin derbasî Kobanê bibe.

