Sêşem, 27 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikûmetê – II

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kenan Altûn ê piştî 30 salan hate berdan li warê xwe Erzîromê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê ‘Desteya Aştî û Siyasîbûnê’ bi lez ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Ji bo demokratîkbûna komarê divê gav bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzil Ozgur: Têkoşîna Bêrîtan romana jinên azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Li Kurdistanê qirkirina jinan di heman demê de polîtîkaya şerê taybet e’
Jin

‘Li Kurdistanê qirkirina jinan di heman demê de polîtîkaya şerê taybet e’

Gulîzar Îpek anî ziman ku li Mêrdînê bi destê hêzên dewletê tiryak û tacîz zêde dibe û got: "Li Kurdistanê qirkirina jinê di heman demê de polîtîkaya şerê taybet e. Divê xweparastin bê pêşxistin. Xweparastina herî mezin rêxistiniya me ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Jina bi navê Vatfa Ecevît (25) piştî zaroka xwe anî dinyayê du roj şûnde, di 21’ê Çileya 2024’an de ji aliyê Mehmet Şiyar Ecevît ê ku pê re zewicî bû bi 17 derbên kêrê hat qetilkirin û dayika wê Nebahat Ecevît jî birîndar bû. Ev cînayet li ber çavên zarokê wan ê sê salî hat kirin.

Mehmet Şiyar Ecevît beriya bê girtin di îfadeya xwe ya îdia kir ku “ew di bin bandora tiryakê de” hişê xwe winda kiriye û ew nizane bê çi kiriye. Danişîna Mehmet Şiyar Ecevît wê di 23’yê Tîrmehê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. Kujer wê ji ber sûcên “ji qestî hevjîna xwe kuştiye” bi cezayê muebeta giran û ji ber ku Nebahat Ecevît “bi qestî bi çekê birîndar kiriye” wê bê darizandin. Hat zanîn ku di pêvajoya zewacê de tundiya sîstematîk li ser Vatfa Ecevît meşandiye.

Endama Platforma Jinan a Mêrdînê Gulîzar Îpek diyar kir ku li Kurdistanê bikaranîna tiryakê bi destê dewletê weke konsepta şerê taybet tê pêşxistin û banga tevlîbûna doza ku li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin, li her kesî kir.

‘LI MÊRDÎNÊ BI DESTÊ DEWLETÊ TIRYAK Û TACÎZ ZÊDE DIBE’

Gulîzar Îpek destnîşan kir ku li Kurdistanê li xeta ku çanda berxwedanê lê heye bi zanebûn konseptên şerê taybet bi pêş dixin û got ku di salên dawî de li Mêrdînê tundî û bikaranîna tiryakê bi destê hêzên dewletê tê belavkirin û wiha axivî: “Li Kurdistanê, êrîşî herêmên ku berxwedan lê xurt e dikin. Ewilî bi şêweyên tundî, çavtirsandinê êrîş kirin. Bi demê re dewlet van pêkanînên xwe dijwartir kir. Armanca wan ew e ku civakê ji hundir birizîne. Ji bo vê jî serî li rêbazên weke bikaranîna tiryak, fihûş û sîxurkirinê didin. Li Mêrdînê tecawiz û tacîzên bi destê hêzên dewletê pêk tên û xwe bi gotinên; ‘min tiryak bi kar anîbû, nayê bîra min’ diparêzin. Zimanekî wisa bi kar tînin ku cînayetan ji rêzê nîşan didin. Ev hemû konsepta şerê taybet e.”

TÊKOŞÎNA JINAN ROJ BI ROJ PÊŞ DIKEVE

Di berdewamiya axaftina xwe de Gulîzar Îpek got ku li hemberî jinan şerek bênav tê meşandin û wiha pêde çû: “Em her tim dibêjin sedsala 21’emîn sedsala jinan e. Têkoşîna azadiya jinê li hemû cihanê bilind bûye û jin bi hev re di nava têkiliyê de ne. Îro jinên Kurdistanê bi Ewropa û Amerîkaya Başûr re di nava têkilî û hevgirtinê de ne. Jin tecrûbeyên xwe bi hev re parve dikin û têkoşîn roj bi roj pêş dikeve. Dema ku mirov li cihanê dinêre li hemberî jinan şerekî bênav tê meşandin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi qeyrana bi rê ve nebirinê re hem li Kurdistanê û hem jî li Rojava jinan dike hedef. Têkoşîna jinan a li hemberî her cure êrîşan bêyî navber didome.”

‘BEŞDARBÛNA DANIŞÎNÊ GIRÎNG E’

Gulîzar Îpek ji bo danişîna ku wê di 23’ê Tîrmeha 2024’an saet 15.00’an de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin banga tevlîbûnê kir û wiha bi dawî kir: “Ne tenê jin, divê her kes tevlî danişînê bibe. Qirkirina jinan mijareke gelekî girîng e û hemû civakê eleqedar dike. Em êdî nikarin tehemûlî windakirina jinekê tenê jî bikin. Ger em dixwazin pêşî li kuştina jinan bê girtin, divê em qadên xwe berfireh bikin. Xeta têkoşînê û xweparastinê ya herî mezin rêxistinbûna me ye. Pergal ji bo ku jinan ji hev qut bike, her cure xerabiyê dike. Em jî dibêjin ku belê pergal van tiştan dike, em jî bi têkoşînê bersivê didin wan. Bi vê boneyê em banga hevgirtin û tevlîbûna danişînê dubare dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bangladeşê protesto: 151 kes mirin û 532 kes jî hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 3 kes revandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrik û Amûdê komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin

Ji ber salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li bajarên Amûdê û Dêrikê…

Ji aliyê Stêrk TV

TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

Rêveberê TUHAD-DER’ê ya Şirnexê Huseyîn Sedat Sulger diyar kir ku di 3 mehên dawî de…

Ji aliyê Stêrk TV

Tevgera Azadî: Divê her Kurdekî xwedî rûmet li dijî dagirkeriyê rabe

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî serdana Erdogan a ji bo Iraqê daxuyaniyek da û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikûmetê – II

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrişên li ser koçberên Girê Spî li gelek bajaran hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gaziyan êrişên li ser xelkê Girê Spî şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?