Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, li bajarê Limasol ê Qibrisê ji aliyê jinên Kurd ve çalakiyek hat lidarxistin. Jinên ku li Parka Molosê hatin cem hev, bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniyeke çapemeniyê pêk anîn.
Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Rewşen Terbuş di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rola diyarker a têkoşîna azadiya jinê di berxwedana gelê Kurd de. Rewşen Terbuş destnîşan kir ku di çarçoveya felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin de, sedsala 21’emîn dê bibe sedsala azadiya jinê.
Rewşen Terbuş diyar kir ku berxwedana jinên Kurd bi taybetî li Rojava û Rojhilat ku derxistine holê, ji bo têkoşîna jinên cîhanê xwedî girîngiyeke dîrokî ye û anî ziman ku têkoşîna jinên berxwedêr bi mezinbûnê didome.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, jinan li qiraxa deryayê ya herî qelebalîx a Limasolê belavokên ku amade kiribûn belav kirin. Beşdarên ku gul û qurnefîl dan jinan, bal kişandin ser piştevaniya jinê û bang li gel kirin ku têkoşîna azadiya jinê mezin bikin.
Di çarçoveya çalakiyê de her wiha ji aliyê jinên di nav Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê de cih digirin ve skeçek hat pêşandan. Di skeça hat pêşandan de, helwesta faşîzan a hişmendiya cîhadîst a radîkal a li hemberî jinên berxwedêr ên Kurd di dema berxwedana Rojava de hat protestokirin. Jinan bi performansa xwe peyama “Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad” dan.
Çalakî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

