Bûyer roja Sêşemê li herêma Shinkafi ya eyaletê qewimî. Şêwirmendê Ewlekariyê yê Walîtiya Eyaleta Zamfarayê Ahmed Manga ji AFP’ê re got, hêzên milîs ên bi piştgiriya hikumetê yên bi navê Hêza Parastina Sivîl a Zamfara (CPG) avêtin ser biryargeha lîderê çeteyan Bello Turji.
Li gorî rayedar, di operasyonê de bi saetan şer qewimî û di encamê de zêdeyî 100 çete hatin kuştin.
Operasyon bi piştgiriya servîsa veşartî ya Nîjeryayê (DSS) û milîsên antî-cîhadîst ên ji eyaleta Bornoyê hate meşandin. Ev milîs li herêmê li hemberî Boko Haram û komên ser bi DAÎŞ’ê bi artêşê re tevbigerin.