25 şervanên ku li girtîgeha Eqtan a Reqayê di meha Çileyê de hatibûn dorpêçkirin, piştî çend rojan çûbûn Kobanê, îro gihîştin Qamişloyê.
Ev şervan di encama şer, girtina rêyên û nederbaskirina alîkariyê ber bi girtîgehê ve, hatibûn dorpêçkirin, lê piştî danûstandinan ev şervanan di 23ˊyê Çileyê de ji girtîgehê ber bi Kobanê ve çûbûn û îro gihîştin Qamişloyê.
Malbatên şervanan û şêniyên Qamişloyê ev şervan bi coşeke mezin pêşwazî kirin.
Ev yek, di çarçoveya rêveçûna peymana 29ˊê Çileyê ya di navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de pêk tê.

