Konga Star bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyek bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, em destketiyên şoreşa jinan diparêzin”, li hola sergirtî ya Stadyuma Heysem Kiço ya bajarê Qamişloyê lidar xist.
Bi sedan jinên ji bajêr û malbatên dîlgirtiyan beşdarî çalakiyê bûn. Beşdaran wêneyên dîlgirtiyan û pankartên bi nivîsên “Em birayê xwe yê dîlgirtî dixwazin” û “Kurên me yên dîlgirtî vegerînin” bilind kirin.
Çalakî bi xwendina peyama 8’ê Adarê ya Rêber Apo destpê kir.
Piştî xwendina peyamê, şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê, Jiyan Hesen Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê û bi taybetî dayikên dîlgirtiyan pîroz kir û got, “Em ji we re piştrast dikin ku em ê di demek nêzîk de mizgîniya azadbûna dîlgirtiyan ji we re bînin.”
Jiyan Hesen têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ya jinên li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê silav kir.
Ji rêveberên Meclisa Jinan Sûriyeyê Muna Yûsif got: “Ev roj berpirsiyariyek mezin dixe ser milê her kesî. Jinên Sûriyeyê berdêlên giran dane, ji tiştên ku li welêt diqewimin bêpar nînin. Jinan hezkiriyên xwe winda kirine, hatine kuştin, sirgûnkirin û îşkence li wan hat kirin, lê dîsa jî îradeya wan nehatiye şikandin.”
Ji rêveberên Partiya Yekitiya Suryaniyan Semîra Hena jî 8’ê Adarê pîroz kir û bal kişand ser têkoşîna jinan û rola wan di avakirina Sûriyeyeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî û edaletê de.
Li ser navê malbatên dîlgirtiyan, dayika Alan Abdulhadî yê dîlgirtî, Cîhan Silêman Mihemed got: “Dilê me ji bo zarokên me yên dîlgirtî diêşe. Lê ev yek moralê me naşkîne. Têkoşîn û berxwedana me dê berdewam bike heta ku ew werin berdan û azadiya xwe bi dest bixin.”
Beşdarên çalakiyê daxwaza pêkanîna peymana 29`ê Çileyê, bi taybetî xala der barê girtî û dîlgirtiyan de kir û xwestin hemû dîlgirtî di zûtirîn dem de serbest werin berdan.

