Perwerdeya ku ji aliyê Desteya Kar û Barên Civakî ve bi hevkariya Navenda Şehîd Êriş li gorî pêdivîyên zarokan hate dayîn, îro bi şahiyekê bi dawî bû. Di şahiyê de 16 zarokên astengdar bawernameyên xwe wergirtin.
Şahî bi tevlêbûna malbatên zarokan, nûnerên saziyên sivîl û gelek şêniyên Qamişloyê pêk hat. Di despêka şahiyê de hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Zehra Semo axivî. Zehra Semo diyar kir ku di wê perwerdeyê de keda herî mezin a dayikan bû.
Piştî axaftina Zehra Semo gerînendeya Navenda Şehîd Eriş Hemrî Usa spasiya mamosteyên perwerdeyê kir û ji zarokan re serkeftin xwest.
Piştî axaftinan, Koma Orkestra Rojava ya Zarokan hunerên xwe pêşkêş kirin. Herî dawî zarokên ku perwerdeya wan bi dawî bûye, ji destê cîgira Meclisa Cîbicîkar Hemrîn Elî bawernameyên xwe wergirtin.

