Şanoger Cûma Xelîl (Bavê Teyar), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman û Ekrem Rexo, hevseroka Ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk a Qamişlo Menîce Heyder û endamên Meclisa Qamişlo Muzefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm ku dema nobedariya bendava Tişrînê dikir, di êrişa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn û şervanê QSD’ê Xebat (Şahîn Nezîr Îbrahîm) ku li Dêrazorê di bersivdayîna êrişa komên çete yên bermahiyên rejîma Baasê de şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hatin spartina axê.
Bi hezaran Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, êlên Ereb, Meclisa Sûriyeya Demokratîk û oldar bi dirûşmên “Bi can û xwîna xwe em bi te re ne ey şehîd” pêşwaziya karwanê şehîdan kir.
Piştî rêzgirtinê, endama Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk Foza Yûsif axivî û got: “Ji bajarê Qamişlo, paytexta şehîdan, em berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel-Jinê û gelê me yê ji bo azadiya xwe têdikoşin, silav dikin. Dewleta Tirk dixwaze em di Sûriyeya nû de bê nasname bin. Em ji bo azadî û rûmeta xwe li ber xwe didin û em ê teslîmî jiyana koletî nebin”.
Fozayê teqez kir ku divê mafên gelê Kurd li Sûriyeyê bên misogerkirin û got: “Em ji çareseriyê re vekirî ne û eger ew di şer de israr bikin, em ê ketina Kobanê û Rojava qebûl nekin, em vê sozê didin gelê xwe. “
Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Mela Reşîd El Xerzî jî axivî û got, bendava Tişrînê bûye bendava berxwedana li hemberî dijminan, bendava şehîdan e.
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze komplo û planên mezin li dijî gel bimeşîne û got, “Dewleta Tirk dibêje em ê gelê Kurd tune bikin, lê gelê me tevî hevrêyên me yên şehîd bi cesaret û wêrekî ber bi bendava Tişrînê ve çû. Em Bendava Şehîdan, Bendava Rûmetê bernadin. “
Helbestvan Ferhad Merdê jî xîtabî şanoger şehîd Cûma Xelîl (Bavê Teyar) kir û got: “Xwezî tu îro di nava me de bûya da ku te dîtiba bê çi qas gel ji bo te rabûye ser piyan. “
Merdê destnîşan kir ku bendava Tişrînê rûmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ew nahêlin ew hilweşe û wê mîna Kobanê bibe sembol.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Mihemed jî wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Cenazeyên şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.