Şêniyê bi navê Mihemed Hemo yê 25ˈê Çileyê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî nobedarên Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê Reqayê hat spartina axê. Di merasîmê de şervanê QSDˈê Fewzî Mihemed ê ku 23ˈyê Çileyê di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bûbû jî hat bibîranîn.
Şêniyên kantona Reqayê, endamê saziyên sivîl, leşkerî, meclisên gel û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdarî merasîm bûn ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat lidarxistin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Mişleb El Terkan di merasîmê de axivî. El Terkan piştî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, got: “Em serî ji tu kesî re natewînin. Em ê çekan rakin û li kêleka şervanên xwe, gelê xwe û axa xwe biparêzin. Em ê nehêlin tu kes destdirêjiyê li ewlehiya herêmên me bike. Serkeftin wê para me be.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Delîl jî di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Bendava Tişrînê û got: “Berxwedana Tişrînê berxwedaneke lehengane ye, tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe tê de digirin û xwîna wan li bendavê bû yek. Em ji Erdogan re dibêjin tu çi bikî, artêş û çeteyên te çi qasî êrîş bikin jî, dê nekarin îradeya me bişikînin, ji ber ku em ê bi hemû hêza xwe parastina welatê xwe bikin.”
Dayika şehîd Fewzî Mihemd, Nezîfe Elî jî axivî û anî ziman ku dê heya bidestxistina azadiyê şopdarên rêya şehîdan bikin.
Di dawiyê de wesîqeyên şehîd Fewzî Mihemed Elî û Mihemed Hemo hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Mihemed Hemo bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd” hat veşartin.