Endamên saziyan û yên Asayîşê destpêkê li pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Rimêlan kom bûn û wekî çend şandeyan serdana malbatên şehîdan ên li bajarên Rimêlan, Girkê Legê û gundewarê wê kir.
Malbatên şehîdan ên ji koçberên Efrîn, Kobanê û Serêkaniyê jî hatin ziyaretkirin. Malbatên şehîdan pêşwaziya şandeyan kir û girêdana xwe bi nirxên şehîdan ve anîn ziman.

