Şewata li gundê Oxçalî yê navenda Semsûrê destpê kir, li seranserê gund belav bû.
Şewatê li cihekî nêzî dîrekên elektrîkê destpê kir, lê sedema wê hîn nehatiye tespîtkirin.
Li gel ku gundiyan agahî dan jî tîmên arkujiyê piştî bi saetan xwe gihandin cihê şewatê. Ji ber vê yekê jî şewat li qadeke berfireh belav bû.