Komkujiya Parîsê ku 9’ê Çileya 2013’an ji aliyê MİT’a Tirk ve pêkhat û di encamê de yek ji damezrînera PKK’ê û Tevgera Azadiya Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez şehîd bûn, li nahiya Sinûnê ya Şengalê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.
Meş bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) pêkhat, li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê heta qada Mam Zekî dewam kir. Di meşê de ala ku wêneyê Rêberê Apo li ser bû û wêneyên şehîdên komkujiya Parîsê hatin hildan. Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî Sara Rojbîn û Ronahî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin. Piştî li qada Mam Zekî deqeyek rêz hat girtin, Berdevka TAJÊ Riham Hico li ser navê girseya gel û jinan axaftin kir.
BERXWEDANA ROJAVA HAT SILAVKIRIN
Rîham Hico di daxuyaniyê de komkujiya Parîsê û armanca wê bibîr xist û wiha got: “Di kesayeta şehîdên Parîsê yên komkujiya yekem û duyem de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza xwe nû dikin. Em komkujiyên dûrî exlaq, tirsonek û dûrî wijdana mirovahiyê şermezar dikin. Herdu komkujî li cihê ku qaşo pir ewle ye paytexta Fransa Parîsê pêkhat. Pêşengên Kurdan, pêşengên jinan û pêşengên hunerê li paytexta Fransa şehîd bûn. Rojane li her çar perçeyên welat êrîş li dijî Kurd û Kurdistanê têne kirin. Gelê Rojavayê Kurdistanê ev 14 sal in tekoşîna azadiyê didin meşandin, xweseriya xwe ava kirin û di nava aramiyê de jiyan dikirin. Li seranserî herêmê îro bûne hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Li seranserî Rojava hêzên parastinê li hemberî hêzên tarî berxwedaniyekî mezin didin meşandin. Berxwedaniya ku li wir tê meşandin ji Şengalê ne qut e. Xeteriya li ser Rojava li ser Şengalê jî heye. Mînaka wê jî di dema fermanê de êrîşên li ser rojava û Şengalê bi hevre bûn.’
Rîham Hico di dawiyê de êrîşên li ser rojava jî bibîr xist û silav kir û da zanîn ku ew ê li ser şopa Sarayan tekoşîna xwe dewam bikin û wiha got: “Jinên Êzidî û Kurd bi hev re tekoşînekî mezin ji bo azadiya hemû jinan didin meşandin. Xelkê rojava ji bo piştevaniya hêzên xwe berê xwe dan çeperên şer, lê konvoya gel ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrîşan hat û komkujiyek li wir çêbû. Di wê êrîşê de rêveberiya rêxistina Zenûbya tevî 4 kesan şehîd bûn û birîndar jî hebûn. Dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî her kesî şer dikin. Em jî vir dibêjin bav û bapîrên Erdogan ferman anîn serê me û em tune nekirin wê ji vir û şûnde jî nikaribe me tune bike. Wê Şengal bi pêşengtiya jinên fermandar û azad ber bi serkeftinê ve bimeşe. Em dev ji doza Sakîne, Leyla û Ronahî bernadin, em bi tekoşîna wan li ser piyan e. Gavên ku TAJÊ di Şengalê de avêtiye tovên 30 saliya tekoşîna Sara ne. Heta dawiyê em ê li ser şopa wan tekoşîna xwe bidomînin. Wê tekoşîna “Jin Jiyan Azadî” bi ser bikeve û wê dijmin têk biçe û civaka me bi ser bikeve.’
Daxuyanî bi dirûşma, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.