Bîranîn li ber avahiya DEM Partiyê ya Silopiyayê hate lidarxistin û xizmên windayan, Dayikên Aştiyê nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl tevlî bûn. Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Hhevseroka DEM Partiyê ya Silopiyayê Besê Cevîz axivî û anî ziman ku rêveberên HADEP’ê bi rêk û pêk hatin hedefgirtin û nerazîbûn nîşanî parastina kiryaran da. Besê Cevîz banga rûbirûbûna bi heqîqetê û aştiya civakî kir.
Bêrîvan Denîz keça Ebûbekîr Denîz û Şûayîp Taniş bavê Serdar Taniş nerazîbûn nîşan dan ku edalet bi cih nayê anîn. Şûayîp Taniş xwest berpirsyar bêne darizandin û ji bo Rojava banga piştgiriyê kir.
Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan jî bal kişand ser êrişên li ser Rojava û got, “Ev êriş qedera Kurdan nîne.”
Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku li gel gotinên agirbestê jî li qadê êriş dewam dikin û got, “Em ê ti tiştî ji bîr nekin. Em ê keziyên hatin birîn, zarokên li naverastê qefilîn, Ebûbekîr, Serdar ji bîr nekin. Heta ku hesabê van komkujiyan hemûyan bipirsin em ê têbikoşin.”
Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

