Meş bi pêşengiya Rêveberiya Dibistanan pêk hat û ji ber avahiya Komeleya Perwerdeyê ya li navenda bajêr destpê kir.
Di meşê de ku bi sedan xwendekar û mamoste tevlî bûn pankarta bi nivîsa “Em hemû QSD ne” hate hildan.
Çalakger bi dirûşman heta ber avahiya şaredariyê meşiyan û mîtîngek lidar xistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan ji Rêveberiya Dibistanan Alaa Îbrahîm daxuyanî da û êrîşên li ser sivîlan û binesaziya sivîl şermezar kir.
Alaa Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya van êrîşan dixwaze paşeroja herêmê têk bibe û got, divê hesab ji dewleta dagirker bê pirsîn.
Mîtîng bi dirûşmên piştgiriya ji bo QSD’ê bi dawî bû.