Bendava Tişrînê ji 8’ê Kanûna 2024’an û vir ve di bin êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe, ji bo parastina bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di roja 22’yan de çalakiya xwe ya li bendavê didomînin.
Doh şêniyên kantona Cizîrê ji bo ku li şûna şêniyên bajarê Kobanê çalakiya nobetê dewr bigirin berê xwe dabû bendavê.
Çalakvanên li bendavê got: “Em ê bendavê biparêzin. Em ji êrişên dagirkeriya Tirk, çeteyên wê û balafirên wê natirsin. Heta ku êriş rawestin em ê çalakiya xwe bidomînin. Em li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ne û em ê dest ji bendavê bernedin.”