Duşem, 9 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê: Jiyana azad a rasteqîn a civakê bi avakeriya jinan ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Girtiyên jin ên nexweş bila werin berdan”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 8’ê Adar bi gerandina govendê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Îran û komên girêdayî wî 196 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talebanî: Me navê êrîşkaran daye Bexdayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çomanê droneyek ket: Kesek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li Hewlêrê: Kesek mir, 3 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê 6 êrişên nû hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevgereke şoreşa jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Qamişloyê: Di 8’ê Adarê de em soza xwe ya ji bo têkoşînê nû dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê bi coş pêşwazî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Limasolê jinên Kurd balkişandin ser slogana Jin, Jiyan, Azadî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê jin bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran Meşa Şevê ya Femînîst: Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Tişrînê malbatek li ser şopa şehîdan
Rojava

Li Tişrînê malbatek li ser şopa şehîdan

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li Bendava Tişrînê bûne yek û li ber xwe didin. Hevjîna şehîd Emel Hesen got, "Ez bi zarokên xwe li Tişrînê me. Ji bo parastina xaka xwe em li Tişrînê ne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Destketiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bidestxistina parçreyek ji xakê wêdetir veguheriye şênberiya ruhê berxwedana mirovahiyê, lêgerîna azadiyê û têkoşîna ji bo jiyaneke bi rûmet. Ev destketî bi fedakariya gelan ku bi sedan sal in zilm lê tê kirin û bi xwîna şehîdan ava bûn; bûn temsîla mîrateyekê ku paşerojê ronî dike.

Şehîd di kêliyên herî tarî yên şoreşê de ku hêvî li ber tinebûnê bûn, bûn ew leheng ku bi wêrekî li ber xwe dan û navê xwe li dîrokê nivîsandin. Fedakariya wan rêya azadiyê ji gelan re afirand. Bi saya têkoşîna fedakarî ya şehîdan mirov careke din bi hêvî bûn, baweriya wan nû bû û daxwaza jiyanê bi dest xistin.

Dilên ku di tarîtiyê de asê mabûn, bi saya berxwedana şehîdan ji nû ve ronî bûn; li vê xakê dawî li binpêkirina rûmeta mirovahiyê hate anîn. Her şehîdek bû temînata nirxên gerdûnî û destketiyên hevpar ên mirovahiyê.

Ev şoreş bi rengê peydakirina nasnameya xwe ya gelekî û weke têkoşîneke azadiyê bi pêş ket. Dîroka ku bi xwîna şehîdan hate nivîsandin niha ji bo nifşên heyî û paşerojê veguheriye manîfestoyeke berxwedanê. Ew bûn nîşaneya hêviyê ku di bin zilmê de şîn bûn; ev lehengên ku bi eşqa azadiyê şewitîn, ji bo serxwebûna gelan şer kirin û mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Xwedîderketina li vê mîrateyê, bîranîna fedakariya wan, xwedîderketina li armancên wan veguherî berpirsyariya herî mezin. Ji bo fedakariya şehîdan neyê jibîrkirin û li vê xakê azadî bê mayindekirin divê têkoşîn bê meşandin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo tinekirina vê rastiyê bênavber êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi van êrîşan tê xwestin, hêvî, armanc û lêgerîna azadiyê ya gelan bê tinekirin. Ji bo yekîtî, piştevanî û berxweedana hevpar a gelan bê lawazkirin êrîşên giran têne kirin. Lê belê rastî di binê zextê de jî şîn dibe û berxwedana gelan li hemberî êrîşên tarî dewam dike.

‘EM NATIRSIN, EM Ê XAKA XWE BIPARÊZIN’

Ji 8’ê Kanûnê û vir ve êrîşên li ser Bendava Tişrînê û Qereqozaxê dewam dikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryardariyeke mezin ji bo parastina xak, av û bendava xwe di 8’ê Çileyê de ketin nava liv û tevgerê. Bi armanca piştgiriya ji bo berxwedana şervanên YPJ û QSD’ê gel bi rê ket, bi rengekî konvoyê gihîşt Tişrînê. Di vê meşa bi heybet de ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, ji her temenî mirov hebûn.

Ev konvoya ku li ber dirûşmên berxwedanê bi pêş ve çû, careke din raxist pêş çavan ku xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku bi saya şehîdan azad bû bi daxwazeke çawa tê parastin. Yek ji beşdarên vê konvoyê ku xwe gihand Bendava Tişrînê Emel Hesen Botî ye. Hevserê wê Mehmûd Kobanê li çiyayê Kezwana şehîd bû. Emel Hesen dayika sê zarokan e û li gel zarokên xwe ji bo parastina Bendava Tişrînê li gel şervanan di nobedê de ye.

Emel Hesen li ser hebûna xwe ya li Tişrînê got, “Weke hevjîna şehîdekî bi sê zarokên xwe 2 roj in li Bendava Tişrînê me. Ji bo parastina bendav û xaka xwe em li vê derê ne. Ji bo piştgiriyê bidin berxwedana şervanên QSD’ê em hatin vê derê. Bendava Tişrînê bi xwîna şehîdên me azad bû. Îro ew roj e ku ji bo xwedîderketina li xaka xwe em li ser şopa şehîdan bimeşin. Dewleta Tirk gelek caran êrîşî konvoyê kir, lê belê em netirsiyan; me rêya xwe dewam kir, ji biryardariya xwe venegeriyan. Êrîş hîn jî dewam dikin lê belê em natirsin. Bi saya hevrêyên xwe yên ku îro li eniya pêş şer dikin em li vê derê ne û hêzê didin berxwedana QSD’ê. QSD hêzê ji me werdigire.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN TIŞRÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şengalê komkujiyên Parîsê hatin protestokirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kobanê civîna li ser 25’ê Mijdarê

Li dijî tundiya li jinê li Kobanê bi pêşengiya Kongra Star civînek hate lidarxistin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê Xezeyê: 600 leşkerên Îsraîlê mirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê vê 600 leşkerên wan mirin e.

Ji aliyê Stêrk TV

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Di demên dawî de, nîqaşên li ser ka Rûsya çawa dikare bi awayekî çalaktir bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Helebê malbatek Kurd a ji 4 kesan pêk dihat, hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hunermendê nemir Mihemed Şêxo hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rohilat Efrîn: Pêşîniya me ya bingehîn veger û dîl girtî ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrînê 3 ciwan bi êşkenceyê hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?