Li Wanê serê sibehê di operasyona qirkirina siyasî de Hevserokê berê yê Wanê yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Harûn Okay û Hevserokê berê yê Wanê yê HDP’ê, Serokê Konseya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Fîkret Dogan, li navçeya Tetwan a Bedlîsê jî Mûstafa Doner hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Wanê.
Li gorî agahiyan pêwendiya binçavkirinan bi dosya Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer re heye ku ji wezîfeya xwe hate dûrxistin.
ENQERE
Seroka Giştî ya Partiya Kedkaran a Sosyalîst (SEP) Guneş Gumuş, Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Gokçe Şenturk jî di nav de 15 kes li Enqere, Stenbol û Îzmîrê serê sibehê di serdegirtinan de hatin binçavkirin