Şêniyên ku ji çar aliyên bajêr ber bi qadê ve herikîn, bi kincên xwe yên gelêrî ji bendên kontrolê derbasî nava qadê bûn.
Li qadê li ber stranan govend tê gerandin. Qad bi flamayên ji rengê kes, sor û zer tijî bûye.
Wêneyê Salih Muslim ê ku 11’ê Adarê jiyana xwe ji dest da û wêneyên şehîdên Newrozê li dika pîrozbahiyê hate nîşandan.
Li qadê wêneyên Rêber Apo û flamayên partiyênsiyasî yên Rojhilatê Kurdistanê hatin daliqandin. Gel dirûşma “Bijî Serok Apo” qîriya û piştgirî da gelê Rojhilat.
Di serî de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, ji Sekreterya Îmraliyê Veysî Aktaş û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Derya Aslan gelek kesayet wê li pîrozbahiyê biaxivin. Her wiha wê peyama Newrozê ya Rêber Apo jî bê xwendin.
Di pîrozbahiyê de wê Agirê Jiyan, Koma Rojhilat, Şiyar Berwarî û Hozan Şervan hunera xwe pêşkêş bikin.

