Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 6 lehengên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên bi navê Şehîd Berîtan, Sariya, Argeş, Delîl, Egîd û Celal ku di dem û cihên cûda de şehîd bibûn hatin bîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin di kesayeta her şeş şehîdan de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Hezar Nerexî têkildarî têkoşîna her şeş lehengan axaftinek kir.
Hezar Nerexî di destpêkê de, hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got: “Dema mijar dibe şehîdên têkoşîna azadiyê, kesayetên birûmet ku di ber vê axa pîroz de, ji bo gel û netewa xwe, her wiha ji bo hemû gelên bindest û azadiya xwe dixwazin xwe fedakirîn, mirov dilerize. Li beramberî hemû ked û xebatên ku şehîdên me û Rêbertiya me dayî de, bi rastî êdî gotin têrê nake. Ji ber ku têkoşîna Tevgera Azadiyê ji roja ku destpêkirî û heta roja îro li ser xwîna şehîdên me hat avakirin. Ya ku me weke Kurd li her çar aliyan dike yek me dît ku ruhê van şehîdan, Rêbertî û Tevgera Azadiyê di me de dayî avakirine ku ti carî bidawî nabe. Ev yek carek din li Rojavayê Kurdistanê xwe da der. Ji bo vê ya ku me li ser lingan digre şehîdên me ye.”
Piştî axaftinê bîranîn bi temaşekirina sînevizyona ku li ser têkoşîna her şeş lehengan bi dawî bû.

