Li gorî daxuyaniya artêşê, el Esved ji bo Hamasê salên dawî ‘fîgurekî diyarker’ û ‘çavkaniyeke girîng a agahiyê’ bû. Hate ragihandin ku li derdora bajarê Xezeyê û Cibaliyeyê jî operasyon dewam dikin.
Li Şerîa RFojava jî leşkerên Îsraîlê sibeha Çarşemê avêtin ser bajarê Nablûsê.
Li gorî ajansa Fîlîstînê WAFA’yê hêzên Îsraîlê bi dehan wesayitên zirxî kete nava taxa kevn a bajêr û li herêma El Kasabayê jî hin malbat neçar hişt ku malên xwe biterikînin.
Polîsên Îsraîlê her wiha diyar kirin ku li Şerîa Rojava nêzî 1.5 milyon şekelî (nêzî 385 hezar Euro) ku pêwendiya xwe bi ‘fînansmana terorîzmê’ heye, hatine bidestin.
Hate ragihandin ku beşek ji pere dolarê Emerîkî, beşek jî dînarê Urdunê bû.
Roja Sêşemê li Ramallahê di serdegirtina li buroyeke dowîzê de bi dehan Fîlîstînî birîndar bûbûn.