Piştî 8’ê Kanûnê Hikûmeta Şamê ya di bin rêveberiya Beşar Esat de ji aliyê Desteya Terîr El-Şam ango (HTŞ) ve hat hilweşandin, hikûmetek nû hat sazkirin. Piştî vê yekê gotûbêjên mafê gelê Kurd kete rojevê. Li ser vî bingehî aliyên siyasî ku niha Bakurê Rojhilatên Sûryê rêve dibin, dest bi gotûbêjên yekîtiya gelê Kurd tê kirin û ji bo vê jî gelek hevdîtin hatine pêkanîn.
Têkildarî vê mijarê û avakirina yekîtiya gelê Kurd, xebatkarên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.
‘JI BO KURDBÛNÊ BIBIN YEK’
Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Sariya Marînos di destpêka axaftina xwe de berxwedana şervanan û gelê Rojavayê Kurdistanê silav kir û wiha got: “Em di pêvajoyek hesas û girîng re derbaz dibin. Dema mijar dibe Kurd, herkes di nava îtifaqan de ye. Rûxmê ku bi dehan partiyê Tirkan hene jî di mijara Kurd yekin. Pêwîste em jî weke gelê Kurd di vê pêvajoyê de karê xwe yên partî, kesî û malbatî bidin aliyekê tenê ji bo Kurdbûnê bibin yek. Hesapên niha tê kirin hemû li ser serê Kurdanin. Dixwazin bi destê xwefiroş û xayînan çirûska ku li Rojavayê Kurdistanê pêketiye li me tarî bikin. Partiyên Kurdan ên ji bo Kurdîniyê kar dikin, pêwîste destê xwe bidin hev û li xweseriya Rojava xwedî derkevin. Ger xweseriya Rojava nemîne, wê navê Kurd û Kurdistanê winda bibe. Niha dixwazin bi destê ENKS û Malbata Barzanî, Kurdan tine bikin. Malbata Barzanî li aliyekê kemînê davêje pêşiya gerîla, li aliyekê dibêje ez Kurdim, ev çi Kurdiye? Dibêjin Başûrê Kurdistanê azade, lê dewleta Tirk baregehên xwe anîne di nava xaka Dihûkê de.”
‘PÊWÎSTE KURD TIFAQA XWE ÇÊBIKIN’
Sariya Marînos bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Me li Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran şehîd dan. Ev şehîd ne ji bo malbat û kesan, ji bo azadiya Kurdistanê hatin dayîn. Her roj Hakan Fîdan xwe davêje ber lingên dewletên derdor ku Kurdan tine bikin. Pêwîste Kurd tifaqa xwe çêbikin û neyê lîstoka dijminan. Gerîlayên azadiyê ji bo yekîtiya Kurdan şer dikin. Divê Kurd li xwe bizivirin roj, roja yekîtî û berxwedanê ye. Ez wek dayîkekê ji wargeha Mexmûrê bang li tevahî Kurdên xwedî şeref û namûs dikim ku xwedî li Rojava derbikevin. Ji ber ku Rojava ronahiya me ye.”
‘NAHÊLIN YEKÎTIYA KURDAN AVA BIBE’
Cîgirê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê, Feyat Kaçan di destpêka gotinên xwe de balkişand li ser girîngiya pêvajoya ku niha gelê Kurd têde derbaz dibe û wiha pêde çû: “Lihevnekirinên ku niha derdikevin, encama kirîza sîstema kapîtalîste. Ji bo çareseriya pirsgirkên sîstema xwe li Rojahilata Navîn ku navenda wê Kurdistane şerek dan destpêkirin. Di vê rewşê de hebûn û tinebûna Kurdan di nîqaşê de ye. Tişta îro qedera Kurdan diyar bike, wê yekîtiya gelê Kurd be. Bê gûman ji bo nebûna yekrêziya gelê Kurd di encama şerê cîhanê yê yekemîn de gelê Kurd ji nedîtî ve hat. Niha jî dijmin di hemû aliyê de êrişî destkeftiyên gelê Kurd dike. Hêz, partî û aliyên civakî yên Kurdî pêwîste di vî alî de baldar bin. Ji bo ku em cardin nekevin kêmaniya û di vê sedsalê de bibin xwedî statû, pêwîste em rojek ji rojekê zûtir yekîtiya xwe ava bikin. Destê dijminê me pir dirêje, destê xwe dirêjî hînek aliyên Kurdî dike û nahêle yekîtiya Kurdan ava bibe.”
‘ROJ ROJA NETEWEBÛNÊ YE’
Feyat Kaçan di dawiya gotinên xwe de banga li hemû Kurdan kir ku yekîtiya xwe ava bikin û wiha got: “Kesên ji tifaq û yekîtiya Kurd birevin, pêwîste gelê Kurd li hemberî wan xwedî helwestek tûnd be. Mafê me heye, em jî wek gelên cîhanê bibin xwedî statû, bi ziman, çand û perwerda xwe jiyan bikin. Em helwesta ENKS’ê di cih de nabînin. Pêwîste gelê Kurd li hemberî nêzîkatiya wan xwedî helwest be. Ji ber ku roj ne roja partî bûyînê ye, roj, roja netewbûnê ye.