Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re ya rojnamevan û aktivîst Pexşan Ezîzî ku bi îdiaya endamtiya komên li dijî hikûmeta Îslamî serhildana çekdarî dane destpêkirin cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, hatiye qedexekirin.
Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Êvînê tê ragirtin, ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Îranê ve bi hinceta endamtiya Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) bi sûcê “xiyanetê” hat sûcdarkirin û ji ber vê cezayê darvekirinê lê hat birîn.