Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari li nexweşxaneyê serdana Çîçek Otlû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gundên Kurd-Elewî yên Gimgimê di xeteriyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salih Muslim li Mexmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
Rojava

Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku armanca şoreşa Sûriyeyê azadî ye û hilweşîna rejîmê qonaxeke nû ya şoreşê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di pîrozbahiya salvegera 10’emîn a damezirandina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de axivî ku li bajarê Hesekê pêk hat.

Mazlûm Ebdî ketina rejîma Baasê wek destpêka projeya Sûriyeya nû bi nav kir û got, rejîma Esed di encama biryardarî û têkoşîna dehan salan a tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê de ket.

Mazlûm Ebdî got: “Ketina Esed qonaxa pêşîn a şoreşê bû. Kêfxweşiya Sûriyeyê dê temam nebe heta ku daxwazên wan bi cih neyên. Armanca gelê Sûriyeyê ji xistina rejîmê avakirina sîstemeke nû ya li ser esasê azadiyê bû. Ji bo armancên şoreşê pêk werin divê sîstemeke nû ya li ser bingeha azadiyê were avakirin. “

Ebdî di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku rejîma Baasê rejîmeke zordest bû li ser esasê yekrengiyê kar dikir, li hemberî vê yekê divê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê welatê xwe ava bikin û bi rê ve bibin.

Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku civata navneteweyî bi ketina rejîma Baasê kêfxweş e û derfet da Sûriyeyê da ku cihê xwe di qada navneteweyî û Rojhilata Navîn de bigire, her kes kar dike da ku Sûriye gavan biavêje. Her wiha got: “Em dizanin dê kî Sûriyeyê vegerîne cihê wê yê girîng, ew jî eniya hundirîn a Sûriyeyê bi xwe ye.”

Fermandarê giştî yê QSD’ê bal kişand ser peymana 10’ê Adarê ku bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re îmze kir û ev tişt got: “Bi armanca ku Sûriyeyeke nû bi rêya lihevkirinan ava bibe û şer were rawestandin, par mîna van wextan em bi hikumeta veghêz re ketin nava têkiliyan. Di encamê de bi alîkariya hin dostên me hevdîtin çêbûn û peymana 10’ê Adarê hat îmzekirin. Ji demekê ve em li gorî peymanê kar dikin.”

Ebdî, peymana 10’ê Adarê wek bingeha Sûriyeya nû bi nav kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bendên peymanê bendên dîrokî ne. Dê bibin bingehên hêza Sûriyeyê. Civata navneteweyî û herêmî piştgiriyê didin peymanê. Em wek QSD û Rêveberiya Xweser ji her kesî bêtir pabend in. Em dizanin ku peyman bingeha Sûriyeya nû ye.”

Ebdî bal kişand ser astengiyan jî û got: “Gelek arîşe hene. Sûriye derveyî şer e. Lê fikar li ser şerên nû hene. Pirsgirêk dewam dikin. Gotinên kîndariyê hene. Hinek hene naxwazin çareserî pêk were û li hemberî vê peymanê disekinin û dixwazin wê têk bibin. Lê em bi biryar in ku bi tevkariya dostên xwe yên Koalîsyona Navneteweyî û gelê Kurd ê li parçeyên din û gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên wê peymanê pêk bînin. Pêvajo bi zehmetî derbas dibe. Lê em dimeşin. Gelek pirs hene. Hinek dibêjin wê serê salê çareser bibe, lê ez dibêjim; me negotiye dê dawiya salê bi dawî bibe, lê me got em hewl didin dawiya salê bi dawî bikin. Ya girîng; em ji bo peymanê kar bikin û bi pêş de herin da ku dan û standin dewam bikin.”

Mazlûm Ebdî diyar kir ku pêvajo ne pêvajoyeke normal e, lê hestiyar e û wiha dom da axaftina xwe: “Pêşketin hene. Peyman welatên cîran jî eleqedar dike. Welatên cîran wekî berê ne li dijî me ne. QSD ne hinceta şeran e. Em ji çareseriyq li gorî peymana 10’ê Adarê re amade ne. Em ji her kesî dixwazin ku piştgiriyê bidin pêvajoyê. Wek QSD û hêzên asayîşê me di çaçroveyeke giştî de li hev kir û şandeyên me detayan nîqaş dikin.”

Ebdî anî ziman ku ew hêvî dikin ku beriya sala nû mizgîniyê bidin sûriyeyiyan û lihevkirinek di warê leşkerî de li Sûriyeyê çêbe û da zanîn ku gavên din ên siyasî û îdarî ku Kurdan eleqedar dikin, hene, lê pêdiviya wan bi demê heye.

Fermandarê giştî yê QSD’ê bi domdarî got: “Di warê îdarî de, bi taybetî pêkhateyên herêmê wekî Reqa, Dêrazor û Hesekê, em dixwazin ku siberoja van herêman di destê gelê wan be. Em jî ji bo vê yekê dixebitin, ne ku yek ji derve were van herêman bi rê ve bibe. Gelê herêmê piştî ew qas qurbanî dane, mafê wan heye herêmên xwe bi rê ve bibin. Ji bo ku çareserî bi Şamê re pêk were, em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê bi hev re kar bikin, divê bersiva me zelal be û daxwazên gelên me zelal bin.”

Mazlûm Ebdî bi bîr xist ku partiyên Kurdan partiyên neteweyî ne, ji demeke dirêj ve ji bo mafên xwe tê dikoşin û wiha pê de çû: “Di peymana 10’ê Adarê de bi zelalî hatiye gotin divê destûr were nûkirin û mafên Kurdan û pêkhateyên Sûriyeyê di destûra nû de werin mîsogerkirin. Ne tenê daxwazên neteweyî, di heman demê de mîsogerkirina daxwazên olî di destûrê de wek xaleke bingehîn di peymana 10’ê Adarê de hatine destnîşankirin.”

Ebdî anî ziman ku ew di merheleya dan û standinên li gel Şamê de ne û di aliyê leşkerî de jî pêşketin hene.

Fermandarê giştî yê QSD’ê bal kişand ser gotinên kîndariyê jî û diyar kir ku yên şer dixwazin û gotinên kîndariyê dikin, dê têk biçin. Ebdî destnîşan kir ku sûriyeyî ne şer, lê çareseriyê ji bo welatê xwe dixwazin, hewldanên şerxwazan dê neçin serî.

Mazlûm Ebdî da zanîn ku gelek guhertin hene û entegrasyon dê gelek guhertinên din bi xwe re bîne û got: “Destpêkê ji bo Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî, entegrasyon derfeteke ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku bibe xwedî lêvegereke bihêz û gavan ji bo pêvajoya nû biavêjin û neyîniyan derbas bikin. Ji bo avakirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibe destpêkek û dê bibe mînakek ji bo tevahiya parêzgehên Sûriyeyê.”

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de got: “Di demekê de ku hişmendiyên hevbeş tune bû û şerê mezhebî û nîjadî pir bûn û teror li pêş bû, MSD bi siyaset û xîtabeke nû hat. MSD’ê roleke girîng di aramiya herêmê û tevahiya Sûriyeyê de lîst. Di vê qonaxê de jî û di encama ezmûna 10 salan de em derbasî qonaxene nû dibin, wê MSD roleke nû di avakirina siberoja Sûriyeyê de bilîze.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şehbayê êşkence li ciwanekî hate kirin û hate revandin
Nûçeya Pişt re QSD’ê êrîşa çeteyan têk bir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

Zêdeyî 5 hezar kesan ji bo Pexşan Ezîzî îmze avêtin û bi daxuyaniyeke hevbeş bang…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêşeroj bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tê avakirin

Jin, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî tundiya li ser jinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîrê Parastinê yê Tirk li Bexdayê ye

Di navbera dewleta Tirk û dewletên herêmê de rojên dawî di astên cuda de hevdîtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Salih Muslim li gundê Şêranê hat pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Salih Muslim gihîşt gundewarê Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kûbayê piştrast kir ku bi DYA’yê re hevdîtin tên kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?