MHP’ê rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê ya ji 120 rûpelî radestî Serokatiya Meclîsê kir. Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê û endamê Komîsyona Meclîsê Fetî Yildiz li Meclîsê ji rojnamevanan re axivî.
Fetî Yildiz got, “Di nava 120 rûpelî de beş hene, bi giranî di dawiya nirxandina siyasî de tiştên ku ji aliyê hiqûqî ve bêne kirin hene. Tiştên hiqûqî bêne kirin bi şert ve girêdayî ne. Belavbûna rêxistinê bi temamî, radestkirina çekan, ev mijar jî bi tespîta hêzên ewlekariyê ve girêdayî ye.
Weke ku berê hate ragihandin, xala 221.’emîn a TCK’ê diyar e. Ji endamên rêxistinê yên ku sûc nekirine eger teslîm bibin wê neyên cezakirin, lê belê ev yek nayê wê wateyê ku wê bi temamî nebin muxatabê ceza. Divê weke beraatê neyê fêhmkirin. Bêguman wê serbestiya bi kontrol jî bibe.
Di mijara raporê de em ê li hev kom bibin û hevkar bibin. Yên sûc kirine… Dibe ku rapora her kesî neşibe hev. Sererastkirina me cuda ye. Bi hemû partiyên li komîsyonê re em ê raporê tekez hevpar bikin. Em ê sûdê ji CHP, AK Partî, DEM û partiyên kom komên wan nîne, em ê ji nêrînên wan sûdê werbigirin. Rapora hevpar wê bê amadekirin, lê belê weke min got ji bo sererastkirina qanûnî divê rêxistin bi hemû saziyên xwe, PYD jî di nav de belav bibe û ev yek ji aliyê organên erkdar ên dewletê ve bê ragihandin. Kî ne ev? MÎT, TSK ye. Piştî ku van yekîneyan ragihandin, amadekirina qanûnê hêsan e.
Sererastkirina înfazê wê tekez bibe. Kêmkirina ceza weke efûyê fêhm nekin. Ji xwe qanûna me ya înfazê divê ji destpêkê ve bê nirxandin. Veguheriye paçekî pînekirî. Divê qanûna înfazê, destûra bingehîn, partiyên siyasî û qanûn bêne nirxandin û nivîsandin.”
Ji bo pirsa “Mafê hêviyê heye?” Yildiz got, “Hûn ê bibînin.”

