Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > MKG û DFG: Gûrbetellî Ersoz bû dengê berxwedana jinê û wijdanê çapemeniya azad
Rojane

MKG û DFG: Gûrbetellî Ersoz bû dengê berxwedana jinê û wijdanê çapemeniya azad

Komeleya Rojnagerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji ber salvegera 28'an a şehadeta yekemîn derhênera jin a weşana giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê Gûrbetellî Ersoz daxuyanî dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta salvegera şahedata rojnameger Gurbetellî Ersoz a ku di 8’ê Cotmeha 1997’an de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû, daxuyaniyên niviskî weşandin.

MKG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji pênûsa Gurbetellî Ersoz ber bi azadiyê ve: Rojnamegeriya jinan bi mîrata wê geş dibe. Gurbetellî Ersoz, pêşenga têkoşîna azadiya jinan û çapemeniya azad e. Piştî jiyaneke ku li pey rastiyê derbas bû, di 8’ê Cotmeha 1997’an de koça dawî kir. Di salvegera şehadeta wê de, em wekî rojnamevan careke din fêm dikin ku Gurbetellî ne tenê navek e; ew wijdanê dîroka çapemeniya azad, deng û pênûsa jinan a berxwedanê ye. Gurbetellî, di nava zanist, ronakbîrî û têkoşîna gel a ji bo azadiyê de xwe bi teşe kir, di tevahiya jiyana xwe de parastina rastiyê wekî exlaqê herî bingehîn didît. Wê rojnamegerî ne tenê wekî qadeke pîşeyî, lê wekî têkoşîna civakîkirina rastiyê pênase dikir. Bi pênûsa xwe, dîwarên bêdengiyê yên ku ji hêla fermana medyaya serdest a mêran ve hatine ferzkirin şikand, bedelên giran da, da ku dengê jinan, xizanan, gelê Kurd û hemî komên bindest bigihîne.

Dema ku li pey rastiyê diçû, wê nîşan da ku nivîsandin jî teşeyekî berxwedanê ye. Wê pênûsa xwe ne tenê ji bo çêkirina nûçeyan, lê di heman demê de ji bo vekirina rêya azadiyê jî bi kar anî. Ji bo Gurbetellî, rojnamegerî ne tenê ragihandina bûyeran bû; ew li ser zindîhiştina wijdanê civakê, li ser avakirina peyva rastiyê li dijî hêza derewan bû. Ji ber vê yekê rojnamegeriya wê heta roja îro wekî xêzek ku bi hişmendiya jinan, welatparêzî û berpirsiyariya şoreşgerî ve hatî hunandin maye.

Îro, wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, erka me ya bingehîn ew e ku em mîrateya Gurbetellî zindî bihêlin û rêya wê vekiriye berfireh bikin. Em kevneşopiya çapemeniya azad a ji pênûsa wê, bi bîrdoziya rizgariya jinan ve didomînin. Her rojnamevan divê ne tenê mîrata Gurbetellî bi bîr bînin, lê di heman demê de bi her nûçeyên xwe, bi her pirs, di her wêneyekî de wê bidin jiyîn. Bi wê re, rojnamegeriya jinan êdî tenê ne pîşeyek bû; ew bû qadeke berxwedanê, pratîkeke rizgariyê. Îro nivîsandina heqîqetê ya bi zimanê Gurbetellî tê wateya xwedîderketina li bîranîna wê û tê wateya dîtina jiyanên ku sîstema desthilatdar a mêr jinedîtî ve tê.

Pênûsên me bi ruhê wê yê berxwedanê ve girêdayî ne; her wêneyekî ku ji hêla kamerayan ve hatî kişandin şopa wêrekiya wê hildigire. Em gotina Gurbetellî ya ‘Heta jin azad nebe gel azad nabin’ ji xwe re esas digirin. Em ê bi vê re li dû heqîqetê bi pênûsa xwe bigirin. Em hemû rojnamevanên jin ên ku bedela rastiyê dane, tevî Gurbetellî Ersoz, bi rêzdarî, evîn û berxwedanê bi bîr tînin. Mîrata wan rêya çapemeniya jinan ronî dike.”

DFG’ê jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “28 sal berê di 8’ê Cotmeha 1997’an de rojnameger Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest da. 28 sal in bi fikr û pênûsa ku li pey xwe hiştiye di nava me de ye. Em bi rêzdarî, hurmet û hezkirin pêşenga jin a çapemeniya azad Gurbetelli Ersoz bi bîr tînin.  Gurbetellî Ersoz, yekem jina ku li dijî feraseta mêrên serdest ên ku di navenda çapemeniyên li Tirkiyeyê û Kurdistanê têkoşiya ye. Di heman demê de li dijî feraseta mêrên serdest ku di sektora medyayê de xwe bi cih kirine şer kiriye ye.

Gurbetellî Ersoz, li Tirkiyeyê û Kurdistanê yekemîn jina ku bûye Gerînendeya Giştî ya Weşanê. Bi vê peywira xwe navê xwe li dîrokê xist. Piştre li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan jin bi gotin, erk, pênûs û ruhê xwe di qada medyayê de cihê xwe girtin. Jinan bi vê têkoşîna xwe di qada medyayê de hişmendiyek ava kirin. Ev ferq û hişmendi bi pêşengiya Gurbetellî pêş ket.

Rojnamegerên Jin ê Kurd li Tirkiyeyê dîsa gavek dîrokî avêtin. Cara ewil, îsal ji bo bîranîna Gurbetelli Ersoz yekem xelatên Rojnamegeriya Jin didin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê cara ewil e ku şeveke xweser a ku aydî jinên rojnameger e li dar dixin. Di vê şevê de li ser navê Gurbetellî xelatên rojnagerên jin didin.

Gurbetelî Ersoz bi hewldan û têkoşîna xwe rê li pêşiya rojnamegerên jin vekir. Bû dengê jinan. Jin ji bo xeyalên Gurbetellî Ersozê pêk bînin, bêtir rojnamegeriya jin pêş dixin. Xwedî îdia ne ku bibin dengê hemû jinên cîhanê. Em li ber bîranîn û têkoşîna Gurbetelli bi rêzdarî û hurmet bejna xwe ditewînin. Dilê Gurbetelli Ersoz ku ji bo azadî û heqîqetê hilbû, wê têkoşîna me ya çapemeniya azad bêtir bineqişîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fermandarê QSD’ê: Em peymanên agirbestê bi cih tînin, ew binpê dikin
Nûçeya Pişt re Meclîsa ÎSÎG’ê: Meha Îlonê herî kêm 206 karker mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku peyama Rêber Apo wê sibê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên ser bi hikumeta Şamê êrîş birin ser QSD’ê

Li bejahiya Dêrazorê, komên çekdar ên ser bi hikumeta Şamê êrîş birin ser şervanên QSD'ê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ragihand ku ew rengê weşana xwe diguherînin û bang li nivîskar,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Perûyê gel li ser sindoqan e: Di 10 salan de serokê 9’emîn tê hilbijartin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?