Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, di bernameyeke taybet a li Medya Haber TV’yê de li ser geşedanên di rojevê de nirxandin kirin. Karasu, li ser salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Rêber Apo, rapora Komîsyona Meclîsê, rojeva Rojava û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandinên girîng kirin.
Karasu, bi şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku komplo 28 sal in Rêber Apo dîl girtiye. Karasu got: “Rêber Apo piştî ku hat dîlgirtin jî, ji bo hebûna gelê Kurd û têkoşîna azadiyê sekneke girîng nîşan da. Xebateke girîng meşand. Rastiya Rêbertiyekê ku bibêje ‘Ez ketim zindanê, ez hatim dîlgirtin’ û dest ji têkoşîn û kurbûna xwe berde, tune bû. Berovajî, hewl da bersiva pirsa ‘Ez çima ketim zindanê? Çima hatim dîlgirtin?’ bibîne. Dema bersiva vê pirsa didît û kurbûna xwe dikir, li ser mijara jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd çawa pêkan e jî kurbûneke mezin jiya. Di vê aliyê de ev 28 sal ji bo Rêber Apo kurbûneke mezin a ramanî ye. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê jî li ser mijarên jiyana azad û demokratîk çawa pêkan e, bi lêkolîneke mezin gihîşt encamên girîng.”
Karasu diyar kir ku Rêber Apo ev yek di sala 2004’an de wekî “paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojik û azadîxwaza jinê” daniye holê û wiha dewam kir: “Têgihiştineke sosyalîzmê ya ne dewletparêz, dîsa têgihiştineke sosyalîzmê ya li ser bingeha azadiya jinê û li dijî kapîtalîzm, sosyalîzma reel û endustriyaliya ku xwezayê talan dike, bi nêzîkatiya eko-endustriyê felsefeyeke nû ya jiyanê û rêgezeke nû danî holê. Ev kurbûnên xwe berdewam kirin. Di vê pêvajoyê de dîsa piştî ku li Îmraliyê hat dîlgirtin agirbest îlan kir. Bêçalakîtî çêbû. Demeke girîng ev bêçalakîtî hat jiyîn. Paşê şer dîsa dest pê kir. Çimkî bangên Rêber Apo, agirbest, ji aliyê Dewleta Tirk ve bêbersiv man û di 1’ê Hezîrana 2004’an de têkoşîna gerîla dîsa derket holê. Paşê di 2006’an de agirbesteke nû hat kirin. Hawîrdoreke bêçalakîtiyê hat afirandin. Di vê pêvajoyê de hevdîtin çêbûn. Van hevdîtinan jî di esasê de nîqaşên girîng û hinek encam derxistin holê. Lê belê dîsa ji ber nêzîkatiya nerast a desthilatdariya AKP’ê, piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an AKP’ê biryara şer da. Û ji wê rojê heta îro -heta Banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo zêdetirî 10 salan hawîrdoreke şer û pevçûnê ya dijwar çêbû.”
FESIHKIRIN PÊVAJOYEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ BÛ
Karasu bal kişand ser banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji bo Rêber Apo û got: “Rêber Apo jî li hemberî vê got, ‘Ez dikarim hawîrdora pevçûnê û pirsgirêka Kurd bikişînim zemînekî hiqûqî û siyasî. Hêza min a wiha heye.’ Paşê di 27’ê Sibata 2025’an de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Banga Aştî û Civaka Demokratîk kurt bû lê sernavên pir girîng di nav de bûn. Sedemên dîrokî yên pevçûnan datanî holê. Çima têkoşîna me dest pê kir, li dijî kîjan neheqî û kêmasiyan ev têkoşîn hat destpêkirin. Yanî li hemberî înkar û zexta dewletê berê xwe daye têkoşîneke wiha, ev nîşan da. Di vê pêvajoyê de di bin bandora sosyalîzma reel de man û neyîniyên vê hebûn, lê di qonaxa hatî de êdî li şûna çareserkirina pirsgirêkan bi şer û têkoşîna çekdarî; diyar kir ku çareseriya demokratîk rêya herî rast e. Di vê aliyê de di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de bangeke çareseriyê bû. Lêgerînek danî holê. Û ji bo vê jî Rêbertiyê, fesihkirina PKK’ê xwest û banga rawestandina têkoşîna çekdarî kir. Li ser vê yekê partiya me Kongreya 12’emîn kom kir, bersiv da banga Rêber Apo: PKK hat fesihkirin, têkoşîna çekdarî hat rawestandin. Ev gaveke pir girîng bû. Niha em wiha dibêjin lê tu kesî nedikarî vê bîne bîra xwe. Tu kesî nedikarî vê bike. Rêber Apo dema ev bang kir, got ‘Ez vê berpirsyariyê digirim ser xwe’.”
Karasu wiha domand: “Me jî helbet di kongreya navbera 5-7’ê Gulanê de ev biryar girt; Belê, em PKK’ê fesih dikin, têkoşîna çekdarî radiwestînin. Divê ji niha û pê ve Rêber Apo pêvajoyê bi rêve bibe. Muzakerevanê me yê sereke ew e, me biryar girt ku di bin rêveberiya wî de ev pêvajo dikare bi pêş bikeve. Ev helbet biryareke girîng bû. Damezirandina vê partiyê ji aliyê Rêber Apo ve hatibû kirin. Heta îro rêgeza wê Rêber Apo dabû. Me hemûyan jî di bin îdeolojî, xet û polîtîkaya Rêber Apo de têkoşîna xwe meşandibû. Di vê aliyê de me biryar girt ku piştî fesihkirinê jî dema nû ya têkoşînê ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Ji ber ku ev fesihkirin bi xwe pêvajoyeke nû ya têkoşînê bû. Em ketin dema nû. Bi celebekî, xeta Apoyî ket serdemeke nû. Helbet pêvajoyeke pir girîng bû. Me di vê mijarê de bi rastî gavên girîng avêtin. Bi pêşengiya hevala Besê 30 hevalan çek şewitandin. Dîsa hevalê Sabrî bi hêzên ji welat hatine re civînek kir. Diyar kir ku derketina gerîlayan a ji Tirkiyeyê pêk hatiye. Jixwe ji wê rojê heta îro çekek nehatiye teqandin. Hawîrdoreke tam a bêçalakîtiyê, di rastiyê de fiîlî hawîrdoreke aştiyê pêk hat. Ev girîng e. Vê yekê Tirkiye jî, her kes jî rehet kir. Di rastiyê de gava wiha û pêvajoyeke wiha çiqas bi qîmet e, mirov dikare di vê hawîrdora aştiyê û bandorên wê de bibîne. Ev hem ji bo Tirkiyeyê, hem ji bo gelê Kurd bû sedema rehetiyê. Lê pirsgirêkeke pir cidî heye; banga Rêber Apo heye lê em nikarin bibêjin ku Dewleta Tirk têrker bersiv daye vê bangê. Heke gaveke wisa cidî hatibe avêtin, heke rêxistineke mîna PKK’ê ku 50 sal in têdikoşe xwe fesih dike, heke têkoşîna gerîla ya 45 salan hatiye qedandin, diviyabû qîmet bidana vê. Pirsgirêka Kurd, ev pirsgirêk pirsgirêkeke pir girîng bû lê nêzîkatiya pêwîst nehat nîşandan.
RÊBER APO BI SEBIR TEVGERİYA
Ez dixwazim vê bibêjim: Di vê sal û nîvê de gavên pir girîng dikaribûn bihata avêtin. Li hemberî banga Rêber Apo hem saziya siyasetê dikaribû gavên girîng biavêta, qanûnên girîng derxista û bi vî rengî dikaribû piştgiriya civakê jî bigirta. Di vê aliyê de Tirkiye bêhtir rehet dibû. Ji bo Rojhilata Navîn jî encamên pir girîng derdixistin. Ji vê perspektîfê, em nikarin bibêjin ku nêzîkatiyeke li gora girîngî û cidiyeta bangeke wiha, pêvajoyeke wiha hatiye nîşandan. Ev nêzîkatiyeke kêm e. Heger dewleta Tirk, heger siyaset li Tirkiyeyê di van gavan de cidî bin, heger aştiya Tirkiyeyê mijareke cidî be, heger demokratîkbûna Tirkiyeyê mijareke cidî be, nexwe diviyabû di nav nêzîkatiyeke cuda de bûna, diviyabû helwesteke cuda nîşan bidana. Lê me ev nedît. Helbet hawîrdoreke nermbûyî heye. Carinan gotinên erênî jî tên kirin. Lê carinan jî pir tund, wek mînak Omer Çelîk, wek Wezîrê Karên Derve, nêzîkatiyên ku li karakterê pêvajoyê nayên, heta pêvajoyê sabote dikin nîşan didin. Em her tim bi sebir tevgeriyan. Rêber Apo jî bi sebir tevgeriya û ev pêvajo gihîşt van rojan. Em hêvî dikin ku ji niha û pê ve, nêzîkatiyên kêm ên heta îro hatine nîşandan bên derbaskirin û nêzîkatiyeke bêtir bi berpirsyarî bê nîşandan.”
DI RAPORTA KOMÎSYONÊ DE SEKNEKE BIRYARDAR TUNE YE
Karasu, derbarê rapora ku ji aliyê komîsyona li parlamenê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatî avakirin hatî pêşkêşkirin de ev tişt gotin: “Ev sal û nîvek e gavek li gora vê pêvajoyê nehat avêtin. Nêzîkatiyeke li gora wê nehat nîşandan û pêvajo nehat pêşxistin. Yanî derbarê van nêzîkatiyan de. Di rastiyê de raport bi xwe jî hinekî wisa ye. Belê, hem hinek nirxandin hatine kirin. Ji demokratîkbûnê tê behskirin. Tê gotin ‘Êdî tenê bi ewlehiyê ev nabe’. Dibêjin divê hinek qanûn derkevin. Ya herî balkêş jî dibêjin divê neheqî û bêhiqûkiyên ku heta niha wan bi xwe kirine bên derbaskirin. Yanî tê gotin ‘Bila bibe dewleta hiqûqê, ev bêhiqûkî bên derbaskirin’. Ev gelo nakokiya raportê ye yan em çi bêjin? Bi rastî pir balkêş e. Her kesî jî bi ecêbmayî pêşwazî kir. Nirxandinên mîna ‘Nexwe kerem bikin, bikin. Ma kesî destê we girtiye?’ çêbûn. Niha raport kêmasiyên cidî dihewîne. Yanî ev pirsgirêk ne pirsgirêka terorê ye. Ev pirsgirêka Kurd e. Ew bi xwe jî vê dizanin, cîhan jî dizane, her kes jî dizane. Niha divê mirov bi cidî nêzî mijareke wiha cidî bibe. Carekê divê navê wê bê danîn. Bêbiryariyek, dudiliyek heye; yanî sekneke biryardar tune ye.
EM BI REXNE NÊZÎ RAPORTÊ BÛN
Baş e, tê xwestin ku pêvajoyek bê pêşxistin. Dibêjin, ‘Em Tirkiyeyeke bê terorîst biafirînin, em ji vê xebatê rizgar bibin’. Baş e, hûn ê çawa rizgar bibin? Bêyî ku navê wê were danîn, çareseriyên rast nayên dîtin. Biryarên rast nayên girtin. Ji vê aliyê ve bi rastî jî diviyabû ev raport ne wiha bûna. Diviyabû pirsgirêka Kurd, hebûna Kurd bihata pejirandin. Niha ji berê ve gelek raport hene. Raporta CHP’ê heye, pirsgirêka Kurd qebûl kiriye. Yên din hene, pirsgirêka Kurd qebûl kirine. Suleyman Demîrel jî gotibû ‘Ez realîteya Kurd nas dikim’. Yanî ji mêj ve ewqas serokwezîr, serokên meclîsê hene ku gotine ev mijar pirsgirêka Kurd e. Tevî van, helbet gotin, rewşeke cidî ye. Divê ev teqez bê derbaskirin. Dîsa ev pirsgirêk ne pirsgirêka terorê ye. Ji vê aliyê ve em helbet bi rexne nêzî raportê bûn. Heger ev kêmasî neyên rakirin, heger ew kêmasî neyên derbaskirin, ew raport tu encamekê dernaxe holê. Ha tê gotin ku ‘Di raporê de hinek gotin û nîşaneyên erênî hene.’ Lê heger ev kêmasî bên derbaskirin, wê demê ew gotin watedar dibin, encameke tiştên hatine diyarkirin dibe. Nexwe heger rizgarbûn ji van nêzîkatiyên mîna nav lê nekirin, gotina ‘teror’ çênebe dibe 50 caran behsa demokratîkbûnê hatiye kirin wê demê ew demokratîkbûn pêk nayê. Lewra bi dehan salan e, heta 100 sal e, bi hinceta ku Kurd dê jê sûd wergirin, Kurd dê jê sûdê bibînin, rêya pirsgirêka Kurd dê vebe, ji demokratîkbûnê hatiye revîn.
SEDEMA NEDEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ PIRSGIRÊKA KURD E
Sedema nedemokratîkbûna Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku dema gavên demokratîkbûnê bên avêtin, her wiha di çareseriya pirsgirêka Kurd de jî dê gavan biavêjin. Hem tu yê demokratîkbûnê bikî û bibêjî ‘ez demokrat im, demokratîkbûn heye’, hem jî tu yê bibêjî ‘pirsgirêka Kurd nikare wiha bimîne. Pirsgirêka Kurd nikare bêçareserî bimîne.’ Ji ber vê yekê jixwe li Tirkiyeyê demokrasiyeke rast tune ye, çênebûye. Heta niha demokrasiyeke rastîn tune ye. Sedema wê çaresernebûna pirsgirêka Kurd e. Di vê aliyê de helbet em ê van rexne bikin. Belê, avakirina komîsyoneke wiha ji aliyê meclîsê ve, bangkirina mirovan û axaftina bi wan re girîng e. Ji ber ku mirovên ku bang kirine hemû mirovên têkildarî pirsgirêka Kurd in. Encamên ku pirsgirêka Kurd afirandine hatine nîqaşkirin. Bi dor 150 yan 170 kes û saziyan re hatiye axaftin. Û di vê aliyê de hem dê komîsyoneke wiha bê avakirin, hem dê bang bê kirin, hem jî paşê komîsyon wiha çawa yanî? ‘Ev çi ye? Ev dê çawa bertek nîşan bide?’ Yanî wiha nabe. Divê hikumet û dewlet bi eşkereyî giraniya xwe deyne. Heke deyne piştgiriya civakî digire. Wê demê gotinên IYI Partiyê û yên din tu wateyekê îfade nakin.
EM DIXWAZIN RAPOR BÊ RASTKIRIN
Em nafikirin ku ji ber opozîsyona IYI Partiyê ev raport wiha nezelal maye. Ji ber ku bi xwe yên dinivîsin, bixwe mêjiyê desthilatdariyê nezelal e, ne zelal e, vîneke lihevkirî û biryardar danayne holê; nexwe di raportê de jî wiha derketiye. Ji ber vê yekê em raportê kêm dibînin. Ji ber vê yekê em dixwazin raport bê rastkirin. Em dibêjin di raporê de divê rastkirineke wiha çêbibe, divê biguhere. Nexwe em nabêjin çima raport hat nivîsandin. Avakirina komîsyonê jî girîng e, nivîsandina raportê jî girîng e. Behsa demokratîkbûnê tê kirin. Tê gotin ku ev pirsgirêk tenê bi ewlehiyê çareser nabe. Ev helbet girîng in lê dîsa jî divê raporteke yekpare û ya ku ber bi çareseriya rast ve dibe be. Nexwe wê bêbiryar be û encamê nede. Heke wiha bibe, wê demê ji xêncî amûreke mijûlkirinê tu wateyeke din hilnagire. Em dibêjin bila ev pêvajo nebe pêvajoyeke mijûlkirinê. Em dibêjin bila ev pêvajo mîna pêvajoyên berê bi neyînî bi dawî nebe. Ji ber vê yekê jî em dixwazin helwesteke zelaltir û eşkeretir bê danîn. Rexneyên me di vê aliyê de bûn. Helbet ji niha û pê ve jî dê rexneyên me yên di vê aliyê de hebin.
‘PIRSGRÊK BI MUZAKEREKIRINA RÊBER APO RE ÇARESER DIBE’
Karasû li ser pirsa gelo ew di raporê de nêzîkatiyek derbarê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibîne wiha bersiv da: “Dewlet Bahçelî bang kir û got, ‘Were, rêxistina xwe fesix bike, ji mafê hêviyê sûd werbigire’. Niha pirsgirêkek wiha cidî ye. Ev pirsgirêka Kurd e. Gelê Kurd dibêje, ‘Sermuzakerevanê me’. Emî tevgera azadiya Kurd in. Em berpirsiyarê têkoşîna gerîla ya ku bi dehan salan dom kiriye ne. Em tevgerek wisa ne. Her wiha wekî tevgerek ewqas mezin, tevgerek ku bi dehan salan têkoşiya ye, me Rêber Apo wekî sermuzakerevanê xwe îlan kiriye. Niha rewşa me tê nîqaşkirin. Sermuzakerevanê me Rêber Apo ye. Wê çawa were çareserkirin? Pirsgirêka rêxistinê wê çawa were çareserkirin? Bê guman, ew ê bi danûstandin û muzakerekirina bi Rêber Apo re were çareserkirin. Di vî alî de wê hem pirsgirêkek ewqas mezin hebe û hem jî wê bi muxatabê vê pirsgirêka mezin bi Rêber Apo re ev pêvajoya cîdî bi muxatabiya fermî re beyê nemaşandin. Ev nabe.
DIVÊ RÊBER APO AZAD KARIBE AZAD BIXEBITE
Belê, hin berpirsên dewletê diçin Îmraliyê û hevdîtinê dikin. Lê ev têr nake. Divê Rêber Apo karibe ramanên xwe bi eşkereyî ji raya giştî re vebêje. Divê karibe ji partiyên siyasî re vebêje. Ji ber ku hin partiyên siyasî gumanên xwe li ser vê pêvajoyê tînin ziman. Ew dikarin rasterast vê pêvajoyê ji Rêber Apo fêr bibin. Gelek rêxistinên civaka sivîl û saziyên demokratîk hene. Ew jî dixwazin rasterast ji kesê têkildar fêr bibin bê dixwazin çi bê kirin. Rojnamevan dixwazin fêr bibin. Di vî alî de, divê Rêber Apo karibe azad bixebite. Devlet Yanî got ku ew ê azad be. Ten got ku nikare biçe derveyî welat. Niha, Devlet Bahçelî dîsa dibêje ku divê pozîsyona siyasî ya Rêber Apo were zelalkirin. Vê yekê dibêje baş e, lê ev gelekî li paş daxuyaniyên berê yên Devlet Bahçelî ye. Ji ber ku berê gotibû ku ew ê pêşî azad be, bikaribe bixebite û wê karibe biçe her derê, tenê nikare biçe derveyî welat.
‘DIVÊ RASTÎ NÊZÎKÎ RÊBER APO BIBIN’
Niha noqteya krîtîk ev e: Gelo pêvajo wê pêşve biçe yan pêşve neçe? Ev ê bi nêzîkatiya li hember Rêber Apo diyar bibe. Ger bi awayekî rast nêzîkî muxatab nebin, wê gavê naxwazin pirsgirêk were çareserkirin. Ger bixwazin pirsgirêk were çareserkirin, bê guman divê bi sermuzakerevan re hevdîtinê bikin. Di raporê de jî nêzîkatiyek cidî ji bo vê mijarê tuneye. Wekî ku me destnîşan kir, hîn jî têgeva ‘terorîzm’ tê bikaranîn. Yanî wisa nabe. Belê, çareseriya pêvçûnan heye. Li her derê pevçûn çêbûne. Di dawiyê de li hev rûniştine û çareser kirine. Bi sûcdarkirina hev çareserî nabe. Belê şer, mirin û windahî çêbûne. Ji aliyê me û ji aliyê leşkeran jî çêbûne. Di nava şer de bûyerên nayên qebûlkirin çêbûne. Ji ber vê yekê em dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Di vî alî de divê bi awayekî rast nêzîkî Rêber Apo bibin. Divê demildest rewşa wî bêyî dereng bikeve were zelalkirin. Yanî divê Rêber Apo wekî muzakerevan, wekî muxatab were qebûlkirin. Ji bo vê yekê, divê meclis û siyasetmedar biryarê bidin. Niha, ew wekî fîîl tê qebûlkirin, lê qebûlkirina wekî fîîl têrê nake. Dibe ku sibe kesek rabe û bêje, ‘Tu qîmeta wê tuneye.’ Ji ber ku fermiyeta wê tuneye, biryara meclisê, kabîneya wezîran tuneye. Di vî alî de divê rewşa Rêber Apo teqez were zelalkirin. Divê Rêber Apo teqez bikaribe azad bixebite. Divê karibe bi her kesî re hevdîtinê bike û biaxive. Divê ramanên xwe bîne ziman. Rêber Apo dixwaze bi çapemeniyê re, bi serokên partiyên siyasî re biaxive. Dixwaze bi şandeyên wan re hevdîtinê bike. Dixwaze bi civakê re hevdîtinê. Dixwaze bi gelê Tirkiyeyê re têkilî dayne. Her tim behsa malbatên şehîd û gaziyan dike. Rêber Apo dixwaze bi wan re jî hevdîtinê bike. Ji ber ku şehîd û gazî ne tenê li aliyê Tirkiyeyê çêbûn. Ji gelê Kurd gelek şehîd û gazî hene. Li cîhanê mînaka wê tuneye gelek mirov avêtin zindanan, êşkence dîtin û zilm dîtin. Niha wê ev tişt nayên dîtin. Gelek tişt bi serê Kurdan de anîn. Ji vî alî de nabe ku tenê bi hestyarî nêzîkî pirsgirêkê bibin.
DIVÊ REWŞA RÊBER APO WERE ZELALKIRIN
Belê, ev rastî hene. Rêber Apo got, ‘Werin em Saziya Lêkolîna Heqîqetê ava bikin’. Got, “Kî sûcdar e û kî ne sûcdar e bila bê lêkolînkirin’. Di vî alî de bêyî ku serî li demagojî û gotinên bi vî rengî bidin, rêz û helwesteke rêzdar li hember Rêber Apo bê nîşandan. Ma xwişk-biratî wê çawa çêbibe? Heta ku bi awayekî rast nêzîkî Rêber Apo nebin ma xwişk-biratî wê çawa çêbibe? Heta ku bi awayekî rast nêzîkî Rêber Apo nebin, çareserî wê çawa çêbibe? Gelê me li gotinên Rêber Apo dinêre. Em lê dinêrin. Hemû Kurd lê dinêrin. Heta Kurdên ku li dijî me ne jî lê dinêrin. Ev dewlet wê çawa nêzîk bibe? JDi vî alî de divê ev rewş bi rastî di demek kurt de were zelalkirin. Devlet Bahçelî di axaftina xwe de ev yek diyar kir. Wê demê divê ew erkê xwe bi cih bîne. Divê ev rewş bi dawî bibe. Êdî ev rewş bi vî rengî nameşe. Pirsgirêk ne ew e; ew biçe girtîgeheke nû. Nexin girtîgeheke nû. Wisa nabe. Ne girtîgeh, bi qanûnek an biryarek ku statuya siyasî, azadî û rewşa Rêber Apo zelal dike, divê serdemek nû were destpêkirin.”
‘DIVÊ DEWLET XWE JI LÊPIRSÎNÊ RE DERBAS BIKE’
Karasû diyar kir ku divê çavkaniya pirsgirêkan bi awayekî rast were tespîtkirin û got, “Jixwe pirsgirêkek girîng e, divê çavkaniya pirsgirêkan rast deynin holê. Niha, Şerê Serxwebûnê yê Tirkiyeyê bi Kurdan re hate kirin. Di Meclisa Yekem de Kurd hebûn. Ger piştgiriya Kurdan nebûya, ger eniya rojhilat, Kurd saxlem nesekinîbana; nikarîbûn şerê serxwebûnê bikin. Çi bû? Piştî sala 23’an, piştî Peymana Lozanê Kurd hatin înkarkirin, hebûna Kurdan tune hat hesibandin. Lê Kurd hezar sal li vir bi Tirkan re bi hev re jiyan. Di vî alî de, çavkaniya pirsgirêkê ev înkar e. Ger civakek were înkarkirin, bê guman ew ê li ber vê rabin. Encamek ji vê xwezayîtir tuneye. Ewqas bi milyonan Kurd hene û ji wan re dibêjin, ‘Na, hûn Tirk in’. Jixwe wê li ber wê rabin. Gelo yên ku li ber vê radibin xeletin an jî yên ku Kurdan înkar dikin xeletin? Ev eşkere ye. Ev ne tenê li dijî Kurdan e. Polîtîksys li hember bawermendan jî xelet bû. Vaye hişmendiya laîkî ya Rojavayî gelekî hişk bi kar anî. Ne li ser azadiya olî, li ser tepeserkirina baweriyan bûye sedema nerazîbûnê. Ma niha desthilata AKP’ê wisa nabêje? Ma nabêjin, ‘Berê bi vî awayî nêzîkî bawermendan bûn?’ Gelo wê demê nerazîbûnên wan bêmaf bûn, an jî polîtîkaya dewletê xelet bû? Niha, dewlet polîtîkayeke xelet dimeşîne. Li hember Kurdan polîtîkayeke xelet dimeşîne, xeletî nêzîkî baweriyan dibe, li hember sosyalîstan polîtîkaya çewisandinê dimeşîne. Tiştek dijdemokratîk heye. Paşê yên demokrasiyê dixwazin sûcdar bikin. Di vî alî de, ew nêzîkatî bê guman xelet e. Divê ji wê rewşê derkevin. Çavkaniya pirsgirêkên ku sed sal in berdewam dikin ne nerazîbûna Kurdane. Ne gazindên Kurdan in. Erê, Kurdan bertek nîşan dane, nerazîbûn nîşan dane. Lê çima we ev nerazîbûn çêkir? Çima nerazîbûn hebû? Divê em li ser vê yekê bisekinin. Di vî alî de pirsa ku we behs kir pir eşkere ye. Wisa ev pergala zordar, zalim û înkarker bi Kurdan ve girêdan, bi têkoşêran re grêdan, xelet e. Di vî alî de, divê dewlet ji xwe bipirse. Divê dewlet di vî alî de xwe di lêpirsînê de derbas bike. Kêmasî û şaşiyên me jî hene. Em her tim xwe di lêpirsînê de derbas dikin. Divê dewlet jî xwe di lêpirsînê de derbas bike. Li Elmanyayê nizanim li ku derê, li dijî Cihûyan polîtîkayên xelet meşandin. Wan lêborîn xwest. Di vî alî de divê çavkaniya pirsgirêkê bi awayekî rast were tespîtkirin. Divê ne yên ku nerazîbûn nîşan dan, polîtîka û pratîkên xelet ên ku bûne sedema nerazîbûnê, yên ku nerazîbûn afirandine deynin holê.”
‘EM ZELAL IN, EM BIRYAR IN’
Karasû li ser pirsa çima rapora meclisê bi israr li ser biryara fesixkirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya rêxistinê sekinî wiha bersiv da: “Di vê mijarê de di hişê wan de tevlihevî û nezelalî heye. Me rêxistin fesix kir û têkoşîna çekdarî rawestand. Me her wiha îradeya xwe ya danîna çekan û vegera Tirkiyeyê nîşan da. Ma hevala Besê (Hozat) û 30 hevalên xwe çekên xwe şewitandin çi bû? Hat gotin, ‘Bila derfeta demokratîk, siyaseta azad û mafê rêxistinbûnê hebe, em vegerin’” Yanî ne wekî ‘Em ê werin tasfiyekirin, em ê bihelin’. Ne wisa, em dixwazin veguherin. Em dixwazin têkoşîna çekdarî berdin. Em dixwazin têgihîştina rêxistinî ya kevin berdin. Em dixwazin bi têgihîştineke siyaseta demokratîk, bi têgihîştineke rêxistinî ya demokratîk têbikoşin. Em di vê mijarê de zelal û bi biryar in. Nêzîkatiyeke me ya vegera rêbazên kevin tune. Lê divê dewleta Tirk jî nêzîkatiyekê nîşan bide. Divê bersiva van gavên me bide. Bila gerîla werin. Wê çi bibe? Gelo ew ê karibin siyaseta demokratîk bikin? An jî wê di pirsgirêka Kurd de guhertinek çêbibe? An hat û got, ‘Têkoşîna azadiya Kurd,’ gelo wê wan bavêjin zindanê? Me PKK’ê fesix kir. Li ser me zext hene. Me rêxistinê fesix kir. Çima em bê rêxistinî disekinin? Niha zexta herî girîng a li ser me ev e: ‘Çima partiya me ku 10 sal in vê têkoşîna azadiyê dimeşîne hat fesixkirin? Bêyî fesixkirinê jî dikarîbû ev pêvajo bimeşiya’. Lê Rêber Apo banga fesixkirinê kir. Me jî rast dît. Ji ber ku me bi fesixkirinê xwest îradeya xwe ya ji bo çareseriyê bi zelalî nîşan bidin. Divê ev were fêmkirin.
Di vî alî de, tevî ku gelek gav hatine avêtin jî, hîn jî ji me re dibêjin, ‘Wê bikin wê bikin’. Baş e, em bikin lê ji bo çi em ê bikin? Ma rapor nabêje, ‘Berê tenê polîtîkayên ewlehiyê dihatin şopandin, demokratîkbûn tunebû, gavên demokratîkbûnê, demokratîk hewce ne’. Wan ev tişt rêz kirine. Wê gavê divê ev tişt bibin. Divê ev tişt bibin ku dîsa nerazîbûn çênebin. Da ku rêbazên têkoşînê cûda nebin. Di vî alî de, me rêxistinê fesix kir. Me têkoşîna çekdarî rawestand. Me ne wekî taktîkek, wekî teorîk baweriya xwe bi vê anî. Me paradîgma, stratejî guhert. Yanî ji bo têgihîştina vê rewşê, bêyî ku bikeve rewşek ku pirsgirêkê dijwartir bike, hincetan biafirîne, bi rastî afirandina çareseriyek bi rastî demokratîk, hawîrdorek siyasî ya demokratîk, çareseriyek ku komên çekdar û têkoşîna çekdarî êdî ne hewce ne ku têgihîştinên rêxistinî yên kevin êdî ne hewce ne, divê ji hêla Tirkiyeyê ve were afirandin. Em ji vê yekê re amade ne. Wê gavê Tirkiye wê hawîrdorê biafirîne. Ev di destê Tirkiyeyê de ye, afirandina vê yekê di destê Tirkiyeyê de ye.”
‘DEMOKRATÎKBÛN ÇARESERIYA HEMÛ PIRSGRÊKAN E’
Karasû, pirsa “Gelo dikarin demokrasî bi şert ve were girêdan?” wiha bersivand: “Niha we ev pirs kir, girtîgeh hat bîra min. Bê guman, li girtîgehê zext hebûn. Rojname nedan, destûr nedan hevdîtinan, bi eşkereyî êşkence dikirin. Me jî serî li çalakiyan dida, em diketin rojiya mirinê. Bê guman, nîqaş çêdibûn. Me ji rêveberiya girtîgehê, ji kesên ku dihatin re digot, ‘Ma mafên mirovan dibe mijara bazarê? Ma bazariya êşkence dibe? Ma dayîna rojnameyan dine mijara bazarê?’ Ev mafên bingehîn in. Em ji we pir tiştî naxwazin. Em nabêjin me ji girtîgehê berdin. Lê ev mafên bingehîn in. Bi rastî derbarê demokratîkbûnê de, gotina ‘Ger ev bibe wê demokratîkbûn çêbibe’. Wê gavê hûn ne di zihniyeta demokratîk de ne. Hûn ê bi demokratîkbûnê pirsgirêkan çareser bikin. Demokratîkbûn çareseriya her cûre pirsgirêkan e. Ew rê û rêbazek e ku her cûre neyîniyê ji holê radike. Di vî alî de, gotinên di raporê de yên wekî, ‘Ger ev bibe gavên demokratîk dê werin avêtin’ bê bedbextiya raporê ye. Em bibêjin ku bi rastî ne li gorî kesên ku rapor nivîsandin e. Ji ber ku eşkere ye ku zimanekî rewşenbîrî heye, dewlemendiyeke zanînê heye. Wisa ji hêla kesekî ji rêzê nehatiye nivîsandin. Lê ew daneheva rewşenbîrî, ewqasî qala tiştên rewşenbîrî nekiriye, qala demokrasî û azadiyê nekiriye. Piştre radibe dibêje “Mafên demokratîk ger ev bin wê bên kirin”. Hûn ji bo kê dikin? Yanî hûn ê ji bo gelê xwe nekin? Hûn ji bo kê demokrasiyê dikin? Demokrasî ji bo hemû gelan e. Ji nebûna demokrasiyê tenê Kurd zirarê nabînin. Hemû gelên Tirkiyeyê zirarê dibînin. Civaka Tirkiyeyê, gelê wê zirarê dibînin. Ji vî alî de ne rast e ku demokratîkbûnê bi vê an wê ve were girêdan.
EM HEVÎ DIKIN KU PIRSGIRÊK WERIN DERBASKIRIN
Ya din jî gelek tiştên nîqaşê hene. ‘Bila biryarên DMME’ê bên pêkanîn, qeyûm nebin, bila Dadgeha Destûra Bingehîn hebe, bila dewleta hiqûqê hebe.’
Belê, ev desthilatdarî dewleta hiqûqê ji holê rakir. Hiqûqê tune hesiband. Niha dibêje, “Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn were tevgerîn.’ Devlet Bahçelî digot, ‘Wê Dadgeha Destûra Bingehîn bigrin.’ Ji ber wê çendê dibû. Pirsgirêka Kurd, qirkirina Kurd bi hiqûqa asayî nayê çareserkirin. Li Tirkiyeyê qanûnên herî paşverû heye, tere nake yanî. Ji ber ku bi qanûnên rewa û bi destûra bingehîn a vekirî re nikarin qirkirina Kurd pêk bînin. Ji ber vê yekê dixwazin bi rêbazên ne qanûnî qirkirina Kurd bikin yan jî dema ku saziyên qanûnî hebûnê ji me re nîşan didin û wê demê nikarin tiştên ku dixwazin bikin, dibêje, ‘Bila Destûra Bingehîn jî nebe, ew dadgeh jî nebe, ew sazî jî nebe.’ Sedema wê ew e. Qirkirin wisa bi qanûnên asayî, paşverû nayê meşandin. Bi destûra bingehîn a herî xirab re jî bi temamî nayê meşandin. Ji ber wê yekê jî her curê pêkanînên derveyî qanûnî û derveyî destûra bingehîn dihatin kirin. Niha rapor dixwaze ev bêhiqûqî werin derbaskirin. Baş e, bila werin derbaskirin. Yanî bi wê aliyê xwe ve, dema gotinên demokrasî, bêhiqûqî û piranîparêzî yên raporê dinêrin, lênerînek heye. Lê ger ew lênerîn, ew nirxandin encamê nede, ji xeynî demogojiyê tu tişt nabe. Yan jî şerekî taybet bibe. Yan jî bibe rêbaza mijûlkirinê. Helbet mijarên ku em rexne dikin û kêmanî hene. Qala pirsgirêka Kurd nake, qala terorê dike. Kêmasiyên girîng û cidî hene. Ger ev werin derbaskirin, gelek tişt dikare bê kirin, lê ger neyê kirin ew kêmanî pir bizanebûn hatine danîn. Ji bo gav neyê avêrin hatiye danîn. Wê demê em bibêjin, ji bo pêşkeşkirina zemînê ya ji bo bûyerên neyînî yên li pêş û nevekirina rêya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê, hatine danîn. Bi vê aliyê xwe re, di raporê de mikûrhatinek li dijî serdema borî ku demokratîkbûn lê nebû, heye. Em hêvî dikin ku ew werin derbaskirin.”
GEŞEDANÊN DAWÎ YÊN LI ROJAVA
Karasu derbarê geşedanên dawî de jî axivî û wiha got, “Êrîşên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di rastiyê de êrîşên li dijî demokratîkbûn û demokrasiyê ye. Bêtehamuliya li dijî demokratîkbûnê bû. Pergala demokratîk nedixwes. Êrîşa dijberên demokrasiyê ne. Ji ber ku jiyana li gel yek a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dihat wateya demokratîkbûnê. Ger demokratîk bibin dikarin jiyan bikin. Êrîş di vî aliyê de çêbûn. Hêzên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên xwe piştgirî dan. Niha dîsa xeterî heye. Ji ber ku Rojava herêmek e ku şoreşên demokratîk ên herî girîng ên dîrokê têne jiyîn. Azadîxwaziya jinan heye, rêzgirtina ji bo mafên din heye. Bi temamî nehatiye sazîkirin, lê zîhniyet û têgihiştineke demokratîk heye. Niha Şam di wê rewşê de ye? Ne destûra wî ya bingehîn û ne jî pêkanînên wî demokratîk in. Bi vî aliyê xwe re, helbet hîna têgihiştinên hikûmeta Şamê û rêveberiya Rojava li hev nayê. Li Rojava demokrasî, nêzîkatiya demokratîk û azadî hene. Şam ne wisa ye. Wê niha çawa bibe? Di vî aliyê de pirsgirêk dewam dikin. Yanî xalên rageşî. dewam dikin. Sedema hebûna xalên aloziyê, pevçûna di navbera yên demokratîk û yên nedemokratîk e. Pevçûna rêveberiya Şamê ya heyî û Rojava, pevçûna demokrasî û dij demokrasî ye. Di vî aliyê de, rageşî dewam dike. Helbet em tam nizanin ku bi awayekî şênber çi tê jiyîn, lê em dibînin ku rageşî xwezayî ye. Bi vî aliyê xwe re, ev rageşî di nava pêvajo û têkoşînê e tê meşandin, an jî wê bê xwestin ku bi nakokî û şer re were çareserkirin? Dem wê yekê nîşanî me bike. Helbet, hêzên li Rojava, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dixwazin ev pirsgirêk bi têkoşînekî demokratîk û têkoşînekî demokratîk a qanûnî re were çareserkirin. Dixwazin di nava pêvajoyê de çareser bikin. Gelo niha hikûmeta Şamê wê nêzîkatiyeke li ser bingeha têkoşînê û têkoşîna demokratîk nîşan bide an jî bi gotina, ‘Ez qebûl nakim. Wê bi ya min be’ nêzîkatiyeke hişk raber bike. Pêvajoya li pêşiya me hinek jî wisa ye.
DIVÊ HELWESTEKÎ HEVPAR LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI SER KURDAN WERE RABERKIRIN
Helbet, niha nepevçûnî heye. Hevdîtin û têkilî jî hene, dewam dikin. Nêzîkatiyeke ku pirsgirêk ne bi pevçûn û şerê bi nîqaşê were çarserkirin heye, yanî wisa xuya dibe. Lê dema ku mirov karektera rejîmê binêre, her tim bi guman nêz dibe. Ji ber ku hîna li Kobanê dorpêç heye. Li Kobanê dorpêç nehatiye rakirin. Her wiha tê gotin ku dorpêça li Kobanê hinek din jî hatiye zêdekirin û di vî aliyê de tevger hene. Ji ber vê yekê, divê gelê Rojava, gelê Kurd a li tevahiya cîhanê û gelê li çar parçeyên Kurdistanê di mijara xwedîderketina li Rojava de li ser piyan be. Divê di vî aliyê de sistbûnê neke. Yanî divê Kurd ji bo her parçeyan bi hestiyar bibin. Divê xwedî li Rojava were derketin. Divê li Başûr, li Bakur û li Rojhilat li dijî êrîşan helwestekî hevpar were raberkirin. Di vî aliyê de, xwedîderketina li Rojava girîng bû. Bandorekî girîng çêkir. Divê ev hestiyarî were zêdekirin. Divê gelê Rojava jî bi hestiyar be. Bêyî berxwedan û têkoşînê tu kes li Rojhilata Navîn maf nade Kurdan. Wê vê yekê bizanin. Di vî erdnîgariyê de, pozîsyon û cihê Kurdan vê tiştê ferz dike. Di vî aliyê de, helbet guncaw e ku pirsgirêkan di rêya demokrasî, demokratîkbûn û muzakereyê de çareser bikin. Ev hewldan guncaw in, lê bêyî paşguhkirina rastiyan divê gel li dijî her curê êrîşan amade bibe. Divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê amade be. Bi vî aliyê xwe re, destkeftiyên gelê Kurd a li Rojava, li tevahiya çar parçeyan bi helwesta hevpar a gelê Kurd û têkoşînê were parastin.”
‘MIJARA AZADÎXWAZIYA JINÊ, MIJARA HERÎ BINGEHÎN Ê ŞOREŞGERIYÊ YE’
Karasu têkildarî 8’ê Adarê Rojava Jinên Cîhanê jî axivî û wiha got, “Eşkere ye ku sosyalîstan berê jî girîngî dane pirsgirêka azadîxwaziya jinê. Lê divê were qebûllkirin ku azadîxwaziya jinê û pirsgirêka jinê bi qasî ku Rêber Apo pêşkêş kiriye, heta niha nehatiye pêşkêşkirin. Ev pir girîng e. Azadî û demokrasî bi her aliyê xwe re di xeteriyekî mezin de ye. Li dijî vê yên ku vê xeteriyê herî baş dibînin jin in. Ji ber ku di tevahiya dîrokê de zexta herî zêde jiyan kirine û nebûna azadî û nedemokratîkbûnê bi kûrahî jiyan kirine, li dijî êrîşa kapîtalîzê ya li dijî vê azadî û demokrasiyê, herî zêde jin fêm dikin ku ev tê çi wateyê, ji bo wan tê çi wateyê. Ji ber vê yekê mijara jinê, mijara azadiya jinê, mijara şoreşgerî ya herî bingehîn û helwesta şoreşgerî ye. Pozîsyona jinê, di pozîsyona ku şoreşgeriya herî radîkal dike, şoreşgeriya herî bi kok bike û azadîxwaziya herî bi kok bike de ye. Azadîxwaziya jinê, bi pêkanîna reformê di pergala serweriya mêr de, bi temamî pêk nayê. Azadîxwaziya jinê, di pergala serweriya mêr de bi veguherînekî şoreşgerî dikare were pêkanîn.
Ji ber ku hemû pergalên heta niha, bi serweriya mêr in. Îro jî hemû pergal bi serweriya mêr in. Mohra mêr hildigrin. Ji ber vê yekê jin jî ji bo guhertina vî têdikoşin. Ji her demê zêdetir di zanebûna vê yekê de ne. Niha jin di ferqa pozîsyona xwe de ne. Ev yek di wan de enerjiyeke mezin a azadî û demokrasiyê derdixe holê. Ji ber ku koletî û desptizmê bi kûrahî jiyan kirine. Kole û mêtingehên ewil dema ku vê kûrahiyê hîs kirin, enerjiyeke mezin a şoreşgerî derdixin. Niha çîna herî şoreşger a mirovahiyê jin in. Ev yek teqez e.
AZADÎXWAZIYA JINAN WÊ MÊRAN JI KOLETIYÊ RIZGAR BIKE
Bi vî aliyê xwe re, ger xeta azadiyê ya jinan û enerjiya jinan nekin têkoşînê yan jî di vê têkoşînê de enerjiya jinê pir bi bandor nekin, li dijî modernîteya kapîtalîst, li dijî her curê despotizmê û li dijî dijminên demokrasî û azadiyê têkoşîna xurt nayê meşandin. Ji ber vê yekê divê helwesta azadîxwaziya jinê ya bandor ku her curê despotizmê ji holê rake, zext û zilmê ji holê rake, tevlî têkoşînê were kirin û ev yek bibe parçeya herî xurt a têkoşînê. Di vî aliyê de, mijara pirshirêka jinê bi rastî jî pêşeroja mirovahiyê eleqeder dike. Ger mirovahî dixwaze di pêşeroja xwe de azad û demokratîk bibe, divê pirsgirêka azadîxwaziya jinê cidî bigre û bi giranî li ser vê bisekine. Divê hemû beş û mêr tevlî vê bibin. Mêr jî îro kole ne. Koleyê çi ne? Koleyê serweriya mêr in. Di mêran de kompleksa serweriyê heye. Ev tiştekî pir xirab e. Hema hema kompleksa serweriyê belavî hemû mêran bûye, xwe cuda dibînin, xwe serwer dibînin. Bi serwerî nêzî jinan dibin. Di vî aliyê de, azadîxwaziya jinê wê di serî de mêran ji vê kompleks û koletiyê rizgar bike. Têkoşîneke ku wê ji van zincîran rizgar bike. Divê mêr jî bikevin ferqa vê yekê. Têgihiştina serweriya mêr e ku hemû mêran diafirîne. Heta ku ew neyê şikandin, şoreşger jî bin, demokrat jî bin nikarin ji paşverûtiyên xwe rizgar bibin. Tenê gotina, “Ez şoreşger im, ez sosyalîst im, ez demokratim’ têrê nake. Divê ev rastî bi temamî were fêmkirin. Ev çiqas tê fêmkirin? Belê, qala azadîxwaziya jinê tê kirin, kompleks û têgihiştina serweriyê ku di me de derxistiye holê, bi têra xwe eşkere nake. Em nabînin. Divê vê bi vî rengî diyar bikin.
DIVÊ 8’Ê ADAR BIBE ROJA PÊŞÎN A NEWROZÊ
Di vî aliyê de, di 8’ê Adarê de girîngiya xeta azadîxwaziya jinê û xeta ku Rêbertî daniye holê, zêdetir fêm bikin. Divê zêdetir kûr bibin. Xebata herî bingehîn a Rêbertiyê ye. Rêbertî dixwaze bi analîzkirina her curê xirabî, her curê paşverûtî û her curê kêmaniyê dixwaze encamê derbixe. Tu mijarên ku di vir de neyê analîzkirin, nayê analîzkirin. Ger her ku hemû mijar bi têkiliya jin re were analîzkirin, wê mijarên din werin analîzkirin. Pergala qirkirinê ya ku li ser gelê Kurd tê pêkanîn jî di nava de ye. Ji bo çaresekirina van jî divê azadîxwaziya jinê bi kûrahî fêm bikin, paşverûtiya ku serweriya mêr diafirîne fêm bikin û di çareserkirina wê de enerjiya azadîxwaziya jinê jî rast bikarbînin. Di vî aliyê de divê ev 8’ê Adarê pir xurt be, divê hemû civak tevlî bibe û di aliyê me de jî bibe roja pêşin a Newrozê. Divê em di 8’ê Adaran de Newrozê bibînin.
DIVÊ XETA AZADÎXWAZIYA JINÊ RAST FÊM BIKIN
Bi rastî jî, li Rojava jin di çalakiyên xwedîderketinê de pêşeng bûn. Ev pir girîng e. Rêber Apo di hevdîtinên xwe yên dawî de hevok tam ne wisa jî bin nirxandinên di vî aliyê de kir, ‘Ger tevgera azadiyê ya PKK’ê dimeşe, jin ku vê dimeşînin. Ger xet û têgihiştina azadîxwaziya jinê nebûya, ev tevger dewam nedikir.’ Yanî dibêje ku têkoşîna azadiyê ku ew dimeşîne, ji bo ku têgihiştina azadîxwaziya jinê danîne holê, pergala serweriya mêr di astekî diyar de hatiye çareserkirin, hinek teyisiye vê rêxistinê yan jî xeta azadîxwaziya jinan di jinan de vê helwestê derxistiye holê, têkoşîn îro hatiye vê astê. Divê em vê yekê bibînin. Di vî aliyê de, bila tevahiya civaka Kurd nirx û wate bide xeta azadiyê. Qala azadî, azadiya gelê Kurd, zimanê dayikê û rêveberiya xweser tê kirin. Ji bo ku bi awayekî bi hêz xwe bigihînin van û bi hêz xwedî lê derkevin, divê xeta azadiyê bi kûrahî fêm bikin û di demokratîkbûn, bawerî û têkoşînê de kûr bibin. Yên ku di têkoşînê de kûr bibin, wê milîtaniyê biafirînin, xeta têkoşînê ya bi biryar derxe holê, ev jî bi rast fêmkirina xeta azadiyê dibe. Yên ku xeta azadiya jinê rast fêm dikin, dibin milîtan û têkneçûyî. Ji tu zehmetiya narevin, bi ser zehmetiyan de diçin. Di vî aliyê de, divê tevahiya gelê me di 8’ê Adarê de xwe bi têgihiştina azadîxwaziya jinê nû bikin. Divê hemû mêr xwe bi ruhê azadiya jinê paqij bikin û ji têgihiştina serweriya mêr rizgar bibin. Li ser vê bingehê, 8’ê Adarê di ser de li jinên Kurd, li jinên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikim. Ez di wê baweriyê de me ku wê têkoşîna wan me hemûyan azad bike.”

