11 sal bi ser êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê derbas bû ku civaka Êzidî wekî “Fermana 73’an” bi nav dike. DAÎŞ’ê li Şengalê ku Êzidî bi piranî lê dijîn, êrîşekî berfireh kiribû û di encama vê de Êzidiyên li Şengalê hatibûn qirkirin.
Di êrîşa DAÎŞ’ê de ku hêzên PKK û YPG’ê destwerdanê lê kirin, bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin; bi sedan jin û zarokên Êzîdî jî di bazarên koleyan de hatin firotin. Êzîdiyan vê qirkirinê wekî “Fermana 73’an” bi nav kirin.
Dîrokzan Namik Kemal Dînç ku bi lêkolînên xwe yên li ser Êzîdiyan tê zanîn, bûyerên bi ser Êzidiyan de hatine û pêvajoya piştî Fermana 73’an ji ANF’ê re nirxand.
Dînç diyar kir ku Êzidî di tevahiya dîrokê de hatine qetilkirin û zorê li wan hatiye ku bibin Misilman û destnîşan kir ku yekane rêya rizgariya Êzidiyan avakirina xwerêveberiya xwe û pêşxistina vê ye.
Dînç diyar kir ku Şengal di aliyê erdnîgariyê de xwedî cihekî taybet e û di tevahiya dîrokê de her tim bûye stargeha hinekan û têkildarî dîroka Şengalê van tiştan got; “Şengal tê wateya Çiyayê Şengalê. Ev xisûsekî ku divê were zanîn. Ev der her tim stargeha hinekan.
Beriya Êzidiyan jî ji bo komên Xiristiyanan bûye stargeh. Lê dema ku em ji aliyê Êzidiyan ve dinêrin, Êzîdîtî rewşa xwe ya îro di sedsala 11- 12’an de bi Şêx Adî Bîn Mûsafîr re bigire. Em dibînin ku ji sedsala 13’an ve êrîşên li dijî Êzîdiyan destpê kirine û piştî van êrîşan Êzîdî zêdetir xwe spartine Çiyayê Şengalê.”
Namik Dînç destnîşan kir ku divê êrîşa DAÎŞ’ê hem wekî dewama dîrokê hem jî wekî şikestinekî were binavkirin û diyar kir ku di dîrokê de jî li ser heman fetwayan êrîşa qirkirinê hatiye kirin.
Namik Dînç wiha got, “Êrîşa DAÎŞ’ê hem şikestineke hem jî berdewambûneke îfade dike. Berdewamiyeke heye, ji ber ku dema em di aliyê rêbaz, aqil û usûlê wê de dinêrin dewama vê dibînin. Çi ye? Fetwa heman fetwa ne. Fetwayên DAÎŞ’ê di dema Osmaniyan de, beriya wê di serdemên dewletên din de derdikeve pêşiya me, heman usûl in; Ew ji olê derketine û dikarin werin tunekirin. Kuştin, desteserkirina mal, milk, zarok û jinan wekî pêwîstî dîtin, tişta ku DAÎŞ’ê jî kir heman bû. Hem qetil kir, hem ji di bin navê xêrkirinê û çûyîna bihuştê jin û zarokan desteser kirin û bi zorê Misilmantiyê ferz kir.
Di vê wateyê de berdewamî heye, lê şikestineke jî heye. Ez çima qala şikestinê dikim? Ev ji bo Êzîdiyan şikestine. Ji ber ku Êzîdî erdnîgariya ku herî zêde lê dijîn winda kirin. Êzîdî li du herêman zêde dijiyan. Yek, herêma Şeyxanê, ya din jî Êzîdxan, yanî herêma Şengalê bû û beşekî mezin ê nifûsê li herêma Şengalê bû. Êzîdiyên li vê derê tune kirin; di vê wateyê de qirkirinekî mezin e.”
ÊZIDÎ DI NAVA TRAVMAYEKÎ MEZIN DE NE
Dînc anî ziman ku Êzidî di nava travmayekî mezin de ne û bilêv kir ku divê bûyerên hatin jiyîn tenê wekî qirkirinekî fîzîkî neyê binavkirin û wiha got, “Bi qasî ku dibînim, niha jî beşek ji wan li milê Duhok û Zaxoyê li kampan dimînin. Lê beşek mezin ê Êzidiyan çûn welatên din. Belavî cîhanê bûne. Li wê derê jî vê travmayê didomînin. Lê li aliyekî jî bi taybetî li Şengalê berxwedaneke heye ku Şengal hebûna xwe wekî warêkî Êzîdiyan bidomîne. Ev rewşa ku Êzîdî pê re rûbirû man, qirkirina fîzîkî ye. Ji ber vê yekê ne pêkan e ku ev yek rê li ber travmayê veneke. Êrîşa ku rû bi rû hatin, ji komkujiya fîzîkî jî wêdetir e. Niha ji bo ku Êzîdî ji vê travmayê derbikevin, divê herî kêm çend nifş derbas bibin. Ev ne rewşekî hêsan e.
Dînç got ku ji bo ku êrîşa 3’ê Tebaxa 2014’an fêm bikin divê rewşa dawî ya Şengalê bizanibin û rola PDK’ê ya di rê li ber negirtina qirkirinê de wiha got, “Divê li vê derê meseleya statuya Şengalê û tevgerên DAÎŞ’ê bişopînin. Ya ewil statuya Şengalê ye. Di sala 2003’an de piştî ku Amerîkayê wê derê bi dest xist, piştî dagirkeriyê Destûra Bingehîn a nû hate çêkirin. Di xala 140’an a Destûra Bingehîn de herêmên bigengeşe hebûn. Şengal jî yek ji wan cihan e, hîna jî wisa ye. Ji ber ku di diyarkirina statuya wê de hîna jî gavekî nehatiye avêtin.
Ya duyem; Pêşîya êrîşa 2014’an êrîşa 2007 heye. Êzidî vê wekî fermana 2007’an bi nav dikin. Piştî vê êrîşî pêşmergeyên PDK’ê dikevin herêmê û serweriya xwe çêdikin û dibêjin, “Em ê ewlehiya Êzîdiyan pêk bînin.”
‘PDK’Ê SOZA PARASTINA ÊZIDIYAN DA LÊ DI DEMA ÊRÎŞAN DE VEKIŞIYA’
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de nîva şevê êrîşa li ser gundê Şêx Xidir destpê dike; piştre êrîşî gundê Grezer tê kirin. Ev gundên mezin ên Êzîdiyan e. Ji wê derê destpê dike ji ber ku gundên derdorê wan hemû gundên Ereb in. Bi tevlîbûna sivîlên li gundên Ereb DAÎŞ’ê ji wê derê êrîş dide destpêkirin. Êzîdî li hendeka li sînor dikevin pevçûnê. Êzîdî di esasa xwe de hêzekî çekdar in. Ji ber ku dizanin rêya mayîna di jiyanê de ji çekê derbas dibe, heta siharê saet 6-7 şer dikin.
Alîkariya ku bendê ne hêzên pêşmerge bikin nayê. Bi fermandarê pêşmergeyê re dikevin têkiliyê dibêje, “Em ê werin alîkariyê, siharê li wê derê ne.” Lê li şûna ku werin alîkariyê ji herêmê vedikişin.
Dînç got ku PKK’ê êrîşa li ser Şengal û Êzîdiyan pêşbînî kiriye û gavên li gorî vê avêtiye. Dînç anî ziman ku PKK’ê di meha Hezîranê de komekî gerîlayan a ji 12 kesan pêk dihat şandiye Şengalê û hem bi PDK’ê û hem jî bi YNK’ê re hevdîtin kiriye, lê PDK’ê teklîfa ku ji PKK’ê hatiye red kiriye.
‘ÊZIDÎ DI NAVA BERXWEDANÊ DE PKK Û YPG’Ê NAS KIRIN’
Dînç bilêv kir ku Êzidî PKK’ê û Tevgera Azadiyê zêdetir bi medyaya Tirk û antî-propagandaya hêzên başûr nas kiriye, lê hatina PKK’ê û YPG’ê ji bo Şengalê û têkiliya yekem a bi berxwedanê re bandor li ser ciwanên Êzîdî kiriye.
‘ÊZIDÎ DIVÊ XWEPARASTIN Û XWERÊVEBERIYA XWE AVA BIKIN’
Namik Dînç diyar kir ku peyama Rêber Apo ya ji bo Êzîdiyan û nota wî ya ji bo berdewamkirina berxwedana Êzîdiyan girîng e û destnîşan kir ku divê Êzidî xwerêveberiya xwe ava bikin.