Çarşem, 25 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Banga 27’ê Sibatê li Rojhilata Navîn pêngaveke demokratîkbûnê ya radîkal da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nexweşa gurçikê ya ku dozgeriyê ew berda, piştî çend saetan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 27’ê Sibatê de peyama nû ya Rêber Apo were parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan, bêyî li benda gavên qanûnî bin banga avêtina gavên pratîkî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş û Ozel peyama ‘sererastkirina qanûnî’ dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bergarê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên YNK, QSD û DYA’yê li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bergarê rêya Amediyê-Dêrelokê ji bo çûn hatinê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê girtiyê siyasî yê Kurd 10 roj in di greva birçîbûnê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Armanc teslîmgirtina îradeya Êzidiyan e, ne komkirina çekan e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin – NÛ BÛ
Kurdistan

Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin – NÛ BÛ

HPG’ê diyar kir ku 2 gerîla şehîd bûne û got: “Di şexsê hevrê Devrîm û Ebû Leyla de em car din soza serketinê didin hemû şehîdên xwe yên leheng.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me Devrîm û Ebû Leyla 30’ê Nîsana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bûn.

Hevrêyê me Devrîm li dijî êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a mêtinger li Bakurê Kurdistanê li ser gelê me pêk tîne, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet di nava refên têkoşînê de cih girt û bersiva dewleta mêtinger da. Di têkoşîna xwe ya 8 salan a bê navber de, her tim bi tempoyeke bilind di çeperê herî pêş de şer kir. Hevrêyê me bi pratîka xwe ya serketî îspat kir ku têkoşîna bi bandor a li dijî dewleta Tirk a dagirker, encex li çiyayên Kurdistanê pêkan e û di vî alî de ji hemû ciwanên Kurd re bû mînak. Zarokê egîd ê Botanê hevrêyê me Devrîm, têkoşîna xwe bi biryardarî dimeşand. Têkoşîna wî dê ji me hevrêyên wî û hemû ciwanên Kurdistanê re bibe çavkaniya îlhamê û bingehê serketinê.

Hevrêyê me Ebû Leyla yê ji nava gelê me yê Ereb derketî, di temenê ciwan de heqîqeta tevgera Apoyî ferq kir û tevlî nava refên têkoşînê bû. Têkoşîna xwe ya bi heskirin dimeşand, bi şehadetê tacîdar kir û bû yek ji xelekên rastiya enternasyonal a partiya me PKK’ê. Bi vî rengî hevrêyê me Ebû Leyla bû haveyna jiyana azad û bi hevre ya hemû gelên Rojhilata Navîn. Di heman demê de ji bo me hevrêyên wî jî bû fermana mezinkirina têkoşîna azadiyê. Weke hevrêyên wî em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin heta ku Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk pêk tînîn. Ku hevrêyê me Ebû Leyla timî xeyala vê Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk dikir. Lehengên bi wêrek ên mîna Ebû Leyla, wê yekîtiya neteweyî ya demokratîk a gelên Kurd û Ereb pêk bîne û îdeala wan a jiyana hevpar xurt bike. Têkoşîna Azadiyê bi can û xwîna ciwanên Kurd û Ereb hatiye avdan. Ev têkoşîn wê li Rojhilata Navîn bibe garantiya jiyana nû ya azad.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Devrîm û Ebû Leyla, em ji gelên Ereb û Kurd ên welatparêz re, sersaxiyê dixwazin. Di şexsê hevrê Devrim û Ebû Leyla de, de em car din soza serketinê didin hemû şehîdên xwe yên leheng.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Devrîm Botan

Nav û Paşnav: Yahya Tunç

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Asya – Seîd

Cih û Dîroka Şehadetê: 30’ê Nîsana 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Ebû Leyla Şehîd

Nav û Paşnav: Ehmed Ednan Berhawa

Cihê Jidayikbûnê: Minbic

Navê Dayik – Bav: Hêlê – Ednan

Cih û Dîroka Şehadetê: 30’ê Nîsana 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

DEVRÎM BOTAN

 

Hevrêyê me Devrîm li Cizîra Botan a ku bi welatparêzî û sekna xwe ya li dijî dewleta Tirk a qirker ji hemû gelê Kurdistanê re bûye mînak, hate dinê. Hevrêyê me di nava malbateke dilsozê çand û kevneşopiyên xwe yên Kurdî de, ji dayik bû. Ji ber vê taybetmendiyên malbata xwe, hevrêyê me Devrîm girêdayî nasnameya xwe ya cewherî mezin bû. Ji xizmên wî yên nêz şehadet û tevlîbûnên nava refên gerîla hebûn. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Devrîm ji temenê xwe yê biçûk û vir ve, partiya me PKK’ê nas bike. Hevrêyê me yê ku bi destanên berxwedanê mezin bûyî, di temenê xwe yê biçûk de bû heyranê gerîla. Hevrêyê me Devrîm bi zanebûneke welatparêz mezin dibe û li Cizîra Botan dijî, lewma mîna hevalên xwe yên din di nava xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz de cih girt. Hevrêyê me ji bo ku li Cizîra Botan çandeke şoreşgeriyê çêbibe, ked da. Ji ber serketinên xwe yên di nava xebatan de, bû hedefa dijmin. Hevrêyê me carekî hate binçavkirin û di vê pêvajoya binçavkirinê de, ji sekna xwe ya şoreşger tawîz neda. Hevrêyê me êrîşên dijmin kir sedema têkoşîneke hîn zêdetir û roj bi roj hêrsa xwe ya li hemberî dijmin mezintir kir. Hevrêyê me Devrîm li dijî zext û êşkenceyên ku dijmin li hemberî gelê me pêk tîne, fikirî ku divê her ciwanek Kurd teqez bibe xwedî helwest û cihê xwe yê di nava têkoşînê de bigire. Li ser vî bingehî di sala 2015’an de biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêyê me Devrîm di dema Berxwedana Rêveberiya Xweser a li Cizîra Botan pêk hatî de, ji sekna jiyanê ya milîtanên Apoyî û ji têkoşîna wan a fedayî ya li dijî dagirkeran, bandor bû. Hevrêyê me biryar da ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê bidomîne. Hevrêyê me li ser vî bingehî di sala 2015’an de derbasî çiyayên Botanê bû û bû yek ji gerîlayên ku dema zarok bû, guhdarî destanên wan ên berxwedanê dikir.

 

Hevrêyê me Devrîm bi perwerdeya şervanên nû ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dîtî, jiyana çiya û gerîla nas kir. Bi enerjiya ciwantiyê, bû xwedî tevlîbûneke bêhesab. Hevrêyê me terbiye û çanda Kurdî ya ji malbata xwe wergirtî, bi pîvanên milîtaniyê yên Apoyî re kir yek û bû milîtanekî pispor. Hevrêyê me di vê pêvajoya perwerdeyê de girîngî da perwerdeyên leşkerî jî. Ji bo ku bi rengekî xurt bersivê bide êrîşên dijmin, xwe di hunera şerê gerîla de pêş xist. Ji bo vê yekê hevrêyê me ji tecrubeyên hevrêyên xwe û perspektîfên têkildarî gerîlatiyê, sûd wergirt û xwe di warê leşkerî de kir pispor. Hevrêyê me Devrîm xwest bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser destkeftiyên gelê me û Gerîlayên Azadiyê. Bi vê armancê xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar e. Bi sekna xwe ya di jiyanê de û îdîaya xwe ya gerîlatiyê, bawerî dida hevrêyên xwe. Hevrêyê me xwesteka xwe ya çûyîna herêmên ku şer lê dijwar e, pêk anî. Hevrêyê me bû heyranê xwezaya bêhempa ya Zagrosan. Li vê herêma ku goşeyekî ji buhişta Kurdistanê ye gerîlatî kir, lewma xwe bi şans hîs kir. Ji bo parastina vê herêma bê hempa ya xwezayê, çi ji destê wî hat pêk anî. Hevrêyê me li Zagrosan di gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin lidarxistin de, cih girt. Ji bo derbeyên giran li dijmin bikevin, gelek ked da. Piştî her çalakiya ku têde cih girtî, tecrûbeyên xwe yên leşkerî zêde kir. Di nava demek kurt de bû milîtanekî wisa ku hemû hevrêyên wî lêbigerin û bixwazin pê re bixebitin. Di serî de hevrêyê me Şehîd Alî Piling, di bin fermandariya gelek fermandarên me yên hêja de derfetê xebat û şerkirinê dît. Hevrêyê me Devrîm ji nirxê ku ev fermandarên me didin hevrêyên xwe, ji sekna wan a dilnizm û ji dilsoziya wan a bi Rêber Apo re, pir bandor bû. Ji bo ku bibe layiqê keda ku ev hevrê didinê, ket nava lêhêrbûnan da ku têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêyê me li Zagrosan tecrubeyeke leşkerî ya girîng bi dest xist û di heman demê de, xwe di warê îdeolojîk de pêş xist. Hevrêyê me li ser bingehê nirxandin û perspektîfên Rêber Apo, xwe perwerde kir û ji bo ku nûneriya pîvanên milîtaniya Apoyî bike, hewldaneke mezin da. Hevrêyê me Devrîm bi mezinkirina têkoşîna xwe ji keda hevrêyên xwe yên şehîd û Rêbertiya me re bû bersiv. Bi vê sekna xwe pratîkeke bi mînak raber kir. Hevrêyê me li Zagrosan di gelek xebatên cuda de cih girt. Bi disîplîna xwe ya di nava van xebatan de û xwesteka xwe ya serketinê, kir ku hemû hevrêyên wî jê re rêz bigirin.

 

Hevrêyê me Devrîm êrîşên dagirkeriyê yên ku dijmin ji sala 2021’an ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, di tunelên berxwedanê de pêşwazî kir û di van tunelan de ji bo hûnandina berxwedanê ked da. Ji bo ku tunel veguherin kelhê, tevlî hemû xebatan bû. Di vê pêvajoyê de bi tarzê tevlîbûna xwe ya bêyî hesab û bêyî rawestan, ruhê fedayî yê gerîlatiya dema nû raber kir. Hevrêyê me Devrîm heta sala 2023’yan li Zagrosan têkoşiya û bêhejmar serketin li pratîka xwe ya 8 salan zêde kir. Hevrêyê me Devrîm di heman demê de şahidî ji şehadeta bi dehan hevrêyên xwe kir, bîranîna van hevrêyên xwe di dilê xwe de hilgirt û di her kêliyê de hewl da bibe layiqê wan. Hevrêyê me Devrîm 30’ê Nîsana 2024’an gihişt şehadetê û tevlî karwanê nemiran bû. Em soz didin ku girêdayî bîranîna wî bimînin.

EBÛ LEYLA ŞEHÎD

 

Hevrêyê me Ebû Leyla li bajarê Minbic ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrêyê me ku weke ferdekî ji gelê me yê Ereb ji dayîk dibe, girêdayî çanda dêrîn a gelê Ereb mezin dibe. Hevrêyê me yê ku naçe dibistanên rejîmê, ji ber ku namîne bi din bandora pergalê de girêdayî rastiya gel û baweriyên cuda mezin dibe. Hê di temenê xwe yê zarokatiyê de ji bo alikariya malbata xwe bike di gelek karên cuda de dixebite. Hevrêyê me ji ber vê yekê hê di zarokatiya xwe de diyardeya kedê nas dike û di hemû jiyana xwe de mezinbûna bi keda xwe re esas girt. Hevrêyê me di serdemên êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Minbicê de di destpêka ciwantiya xwe de bû û hê di rêjên ewil yên di van êrîşan de rastiya van çeteyan fêm dike. Hevrêyê me zû fêm dike ku tu eleqeya îdeolojiya Selefîtiyê bi Îslama rastîn re tune ye û ji wê demê şûnde xwe ji wan çeteyan dûr dixe. Qetilkirina gelek kesên ji Minbicê ya ji aliyê çeteyan ve gelekî bandorê li hevrêyê me dike. Ji ber vê yekê hevrêyê me li dijî çeteyan serî radike û ji aliyê çeteyan ve 4 mehan dîl tê girtin. Hevrêyê me di pêvajoya dîlgirtinê de gelekî bi zext û êşkenceya çeteyan re rû bi rû dimîne û ev yek jî dikin ku hêrsa hevrêyê me ya li hemberî çeteyan mezintir bibe.

Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku li gorî wî di serî de gelê me yê Minbicê û hemû gelên ku di bin dagirkeriya çeteyan de dijîn, diviya azadiya xwe bi dest bixin. Di sala 2015’an de tevlî hêzên azadiyê yên Rojava dibe. Hevrêyê me di serdemeke şer a dijwar de tevlî yekîneyên têkoşîne dibe û piştî di demeke kurt de perwerdeya xwe ya leşkerî dibîne, di mewziyên têkoşînê de cihê xwe digire. Hevrêyê me Ebû Leyla tecrûbeya xwe ya şer di nava şer bi xwe de bi dest dixe û bi wêrektiya xwe re ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me tevlî Pêngava Azadiyê ya Minbicê ya ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tê destpêkirin, dibe û ji bo azadkirina bajarê ku lê ji dayîk dibe û mezin dibe, tevlîbûneke fedaiyane nîşan dide. Hevrêyê me Ebû Leyla li Minbic a ku lê şerên dijwar pêk tên, dibe şahidê şehadeta gelek hevrêyên xwe û di vê pêvajoyê de derfeta naskirina gelek hevrêyên ji hev biqîmettir bi dest dixe. Yek ji wan jî Feysel Ebû Leyla bû ku di têkoşîna li dijî çeteyan de pêşengtî kir û heya nefesa xwe ya dawî bi fedaiyane li ber xwe da. Hevrêyê me yê ku gelekî di bin bandora vê yekê de dimîne, di wê pêvajoyê de nasnavê xwe yê Şervan weke Ebû Leyla Şehîd diguherîne, nav û çeka fermandarê hêja Feysel Ebû Leyla li xwe dike. Hevrêyê me di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de di şexsê hevrê Feysel Ebû Leyla de ji bo ku ji şehîdên azadiyê re layiq bibe, bi awayekî fedaiyane li ber xwe dide û di hemû kêliyên jiyanan xwe de hewl dide ku têkoşîna xwe mezintir bike.

Hevrêyê me Ebû Leyla heya pêvojaya ku êrîşên çeteyan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek deveran tê têkbirin, li vê qadê dimîne û bi cihgirtina ji gelek pêngav û çalakiyan re erk û berpirsiyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi awayekî serkeftî bi cih tîne. Hevrêyê me Ebû Leyla piştî ku bi awayekî mezin gefa çeteyên DAÎŞ’ê tê bidawîkirin, li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser destkeftiyên gelê me di mewziyên têkoşînê de cihê xwe digire. Hevrêyê me li dijî dewleta Tirk li gelek qadan şer dike û girêdayî vê yekê tecrûbeyeke mezin a şer bi dest dixe. Hevrêyê girêdayî pêvajoya şer a dijwar derfeteke mezin bi dest dixe û mîlîtanên Apoyî ji nêz ve nas bike û ji van hevrêyên xwe rastiya Rêber Apo baştir nas dike. Hevrêyê me ji ber vê yekê dixweze xwe di felsefeya Apoyî de pêş bixe û dizanî ku ev yek li çiyayên Kurdistanê pêkan e. Girêdayî vê yekê hevrêyê me berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla dibe.

Hevrêyê me Ebû Leyla yekem perwerdeyên xwe yên di nava gerîlayan de digire û bi meraq û xwesteka xwe hemû hûrgiliyên jiyana li çiyayan di demeke kurt de hîn dibe. Hevrêyê me yê ku beriya wê xwedî tecrûbeya şer, ji bo ku van tecrûbeyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker bi awayekî baş bi kar bîne hewl da ku xwe gelekî di hunera şer a gerîla de pêş bixe. Bi vê armancê hem di pêvajoya perwerdeyê de û hem jî di nîqaşên li gel hevrêyên xwe de bi baldarî û dîsîplîneke mezin esasên gerîlatiya serdema nû hîn bû. Hevrêyê me yê ku êdî bûyî gerîlayekî xwedî tecrûbe, bi îdîa û biryardariyeke mezin ji bo ku derbasî li herêmên ku têkoşîn lê dijware bibe, pêşniyarên xwe anîn ziman. Girêdayî vê yekê hevrêyê me derbasî herêmên ku têkoşîn lê dijware dibe û li vir bi hewl û fedekariyeke mezin tevlî têkoşînê dibe. Hevrêyê me çawa ku derbasî li herêmên têkoşînê dibe bi coş û kelecaneke mezin tevlî jiyanê dibe û di demeke kurt de ji bo hemû hevrêyên xwe dibe mîlîtanekî mînak. Bi saya tecrûbeyên xwe yên şer bi cesareteke mezin li dijî dijmin li ber xwe dide û bi vê taybetmendiya xwe ji bo hemû hevrêyên xwe dibe çavkaniya moralê û di mezinkirina têkoşînê de kedeke mezin dide.

Hevrêyê me yê ku erka xwe ya li vir bi cih tîne li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî li ber xwe dide û her roj xwe îdeolojiya Apoyî de pêş xist. Hevrêyê me Ebû Leyla yê weke mîlîtanekî mensûbê gelê me yê Ereb hay ji berpirsiyariyên xwe yên dîrokî dibe û di hemû kêliyên jiyana xwe de xwe li ser hişmendiya vê berpirsiyariyê kûr kir û li ber xwe da. Hevrêyê me bi hemû xwebûna xwe dizanî ku li hemberî dijminkirina gelên me yên bi egerên cuda pêk dihatin, tekane çareserî paradîgmaya Neteweya Demokratî ya Rêber Apo ye û ji bo ku li ser kesayeta xwe nûnertiya paradîgmaya azadiyê bike, gelekî li ber xwe dide. Hevrêyê me Ebû Leyla di hemû jiyana xwe ya şoreşgerî de bû xwedî sekneke diyar û bi kesayeta xwe ya dirust û jidil gelekî tesîr li hemû hevrêyên xwe dike û di 30’yê Nîsana 2024’an de li gel hevrêyê me Devrîm Botan di encama êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe. Em weke hevrêyên wî di şexsê hevrêyê xwe Ebû Leyla de careke din soza xwe dubare dikin ku em ê hesret û xeyalên şehîdên xwe yên enternasyonal pêk bînin.’’

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Amedê nivîsên Kurdî di bin kontrola polîsan de hatin jêbirin
Nûçeya Pişt re Maduro serketina xwe ragihand lê…
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tê payîn ku bijîjkên Onder sibê daxuyaniyê bidin

Serdanên ji bo Sirri Sureyya Onder dewam dikin ku xetereya wî ya jiyanê heye. Tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Enqere û Foçayê operasyona qirkirina siyasî hate şermezarkirin

Hêzên Ked û Demorkasiyê ya Enqereyê û Foçayê operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDK’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li 15 siyasetmedarên Kurd cezayê girtîgehê hate birîn

Parlamentera berê Gulser Yildirim jî di nav de li 15 siyasetmedarên Kurd bi îdîaya "endametiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Bergarê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûnerên YNK, QSD û DYA’yê li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Bergarê rêya Amediyê-Dêrelokê ji bo çûn hatinê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?