Wezareta Parastinê ya Îtalyayê di daxuyaniyek de ragihand şeva bihurî li Hewlêrê navendek wan a leşkerî bi fuzeyekê hatiye hedefgirtin.
Hate diyarkirin ku di encama êrişê de ti ziyanên canî çênebûne.
Her wiha hate gotin ku wezîrê parastinê yê Îtalyayê têkildarî êrişê agahî ji fermandarên leşkerî yên Îtalî yên li Hewlêrê girtiye.

