Li gorî rapora Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) û Bernameya Xurekan a Cîhanî (WFP) nîviya nifûsa Filistînê yanî zêdetirî milyonek kesî, dibe ku heya heya Tîrmehê bi bêewlehiya xurekan ya pir cidî re rû bi rû bîmîne. Şer û qedexeyên li Xezeyê yek ji sedema têkçûna pergala xurekan a xwecihî ye.
BELAVBÛNA RÎSKA BÊEWLEHIYA XUREKAN
Li gorî rapora berbehs metirsiya belavbûna bêewlehiya xurekan ji bo Libnan û Sûrîyeyê jî zêde ye. Her wiha di raporê de tê destnîşankirin ku li Sûdana Başûr ji ber kêmbûna nirxê pereyî, kêmbûna hilberîna xwecihî, lehî û pevçûnên neteweyî buhayê xurekan her ku diçe zêde dibe. Li Malîyê jî ji ber pevçûnan û vekişîna mîsyona NY’ê rewşa welat xirabtir dibe. Li Sûdanê jî ji ber talan û tundiyê rewşa çandiniyê pir xirab e û bi zehmetiyên maddî û derhanînê re rû bi rû ye.
REWŞA HAÎTÎYÊ
Li gorî rapora FAO û WFP’ê li Haîtîyê ji ber zêdebûna tundiyê rewşa herêmê zêde nebaş e. Sedema vê yekê jî weke kiryarên komên çekdar û astengkirina ragihandina mirovî tê nîşandan.
18 NUQTEYÊN BIRÇÎBÛNÊ YÊN GERM
Li gorî rapora NY’ê Çad, Komara Demokratîk a Kongoyê, Bûrma, Sûriye û Yemen jî di nav de bi giştî 18 ‘nuqteyên birçîbûnê yên germ’ hene.’ Li van welatan krîza xurekan di astên pir cidî de tê dîtin.
Her wiha Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşîlêgirtina metirsiya bêewlehiya xurekan banga alikariya lezgîn a navneteweyî, zêdekirina alikariyên mirovî û rakirina astengiyên ragihandinê yên li van herêman kir.