Duşem, 23 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hizba Zehmetkêşan piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê bi pêşengiya jinan Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Neviyê Şêx Seîd: Bila gelê Kurd li ber PDK’ê rabe
Kurdistan

Neviyê Şêx Seîd: Bila gelê Kurd li ber PDK’ê rabe

Neviyê Şêx Seîd û Şaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat diyar kir ku PDK êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji nedîtî ve tê, hevkariyê pê re dike û bang kir ku li dijî PDK'ê helwesteke hevpar bê nîşandan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Neviyê Şêx Seîd û Şaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand ku bi piştgiriya PDK’ê û dewleta Iraqê dema dawî zêde bûne. Hasan Basrî Firat diyar kir ku PDK û malbata Barzanî bi dijminê qedîm re tevdigere, lewma bang li gelê Kurd û partiyên siyasî kir ku helwesteke hevpar nîşan bidin.

‘HEVKARIYA BI DIJMINÊ QEDÎM Ê GELÊ KURD RE NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Firat destnîşan kir ku dewleta Tirk bi xwe her carê nîşan daye ku dijminê qedîm ê gelê Kurd e û anî ziman, damezrandina dewleta Tirk li ser înkar û îmhakirina Kurdan ava bûye, vê yekê jî bi kiryarên xwe radixe pêş çavan. Firat bi bîr xist, gelê Kurd li dijî vê înkarê bi sedan sal in li ber xwe dide, têdikoşe û got, helwesta PDK’ê ya dema dawî xizmetê ji dijminên gelê Kurd re dike. Firat diyar kir ku gelê Kurd 40 salên dawî bi pêşengiya Tevgera Azadiyê têdikoşe, ev têkoşîn ji bo gelê Kurd bûye hêvî û got, “Têkoşîna gelê Kurd ti carî neqediya. Tevgera Azadiyê li hemû parçeyan têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Xelkê Başûr xwişk û birayên me ne. Dema ku li Başûr sîstemeke federal ava bû, kêfa Kurdan hemûyan hat. Weke gelê Kurd me got, em ê karibin ji vê sîstemê sûdê werbigirin. Lê belê em lê dinihêrin, tê dîtin ku destketiyên xwe dixe destê dijminên Kurdan. Xaka xwe pêşkêşî dijminên gelê Kurd kirine. Pêşkêşî dewleta Tirk kirine. Dewleta Tirk herî zêde dijminê wan e. Ji bo PKK’ê tine bike bi dijminê xwe re tifaqê dikin. Ji bo dewleta Tirk PKK’ê tine bike rê dide, destûrê dide ku qereqolê ava bike. Bi her awayî alîkariyê dide. Weke Kurdekî ez fêhm nakim, tênagihêjim. Ji ber ku dewleta Tirk wê derê desteser dike. Herî zêde ew ê zerarê jê bibînin. Ji ber ku çar parçeyên Kurdistanê di nava sînorên Mîsakî Mîlî yê dewleta Tirk de ye. Li ber çavên dewleta Tirk bi vî rengî ye. Divê malbata Barzanî ji vê şaşitiyê vegere. Ewqas leşker, çek û cebilxaneyan belasebep naxin wê derê. Divê malbata Barzanî tavilê ji vê şaşitiyê vegere. Ji ber ku dewleta Tirk li pey desteserkirina wê derê ye.”

PDK DIXWAZE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIKE WÎLAYETA DEWLETA TIRK

Firat anî ziman ku ev polîtîkayên malbata Barzanî û PDK’ê wê encamên gelekî metirsîdar ji bo Kurdan bi xwe re bîne û ev tespît kir: “Malbata Barzanî ya dixwaze sîstema federal a li wê derê tine bike û bike wîlayeteke dewleta Tirk, ya jî hêza wan têra dewleta Tirk na. Lê belê eşkere ye ku xizmetê ji van polîtîkayên desteserkirinê re dike. Ji ber ku ketina dewleta Tirk a bi tank û topan a li wê derê bi rengekî cuda nikare bê îzahkirin. Yekane hêza dînamîk a Kurdan ku têdikoşe Tevgera Azadiyê ye. Asêkirina rêyên berxwedêrên Tevgera Azadiyê ku bi dil û can têkoşin, birîna lojîstîka wan û dorpêçkirina wan ji bilî alîkariya bi dijmin re bi kêrî kesî nayê. Dewleta Tirk dijminatiyeke qedîm û eşkere li Kurdan dike. Em ji vê derê careke din bang li malbata Barzanî dikin; ji bo me Kurdistan yek e. Me bi rengê Başûr, Rojhilat, Bakur û rojava parçe nekir. Dijminên me parçe kirin. Êdî xizmetê ji dijmin re neke. Dijmin wê Kurdan ji bo tinekirinê ji hev cuda neke.”

HÛN WASIYETA MELE MISTEFA BARZANÎ JI NEDÎTÎ VE TÊN

Firat gotina ‘Caş’ a Mele Mistefa Barzanî bi bîr xist ku ji bo hevkarên dijmin bilêv kiribû û got, “Baş e gelo ev ne wasiyeta Mele Mistefa bû? Îro vê wasiyetê jî ji nedîtî ve tên. Hûn îro bi dijminê qedîm re bûne yek û malovaniyê ji wan re dikin. Eger PKK’ê biqedînin, wê çi bikeve destê we? Nêta wan desteserkirina tevahiya Kurdistanê ye. Hûn ê çi bi dest bixin? Tavilê dest ji vê şaşitiyê berdin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzer Bîlmez: Nabe ku êdî CPT bêdeng bimîne
Nûçeya Pişt re ‘Pêwîst e li dijî dagirkeran em hemû bibin yek’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘HRE li gorî hemû yasayên navneteweyî rewa ye’

Parêzer Cibraîl Mistefa diyar kir ku HRE bi hemû operasyonên xwe, dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

Tedawiya Kurd Zeneb Celaliyan a li Îranê girtî, tê astengkirin û tê gotin rewşa wê…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê piştî hevdîtina Fransayê daxuyanî da

QSD’ê têkildarî hevdîtina ku li Hewlêrê navbera şandeya QSD’ê û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hizba Zehmetkêşan piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li 2 bajarokên Hesekê mûşek ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hezexê bi pêşengiya jinan Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li dijî baregeha Koalîsyonê ya Rimêlanê êrîşa bi dronan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?