Bi rojane bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe didin Binarê Qendîlê, duh bi şev agirê Newrozê li çiyayên Qendîlê hate geşkirin.
Danê siharê jî bi sedan wesayît ji her çar beşên Kurdistanê berê xwe didin Qendîlê, pîrozbahiya cejna Newrozê beriya niha bi demek kurt bi tevlîbûna hezaran kesî ku ji her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dana Qendîlê, bi deqeyek rêzgirtin bo tevahî şehîdan destpê kir.
Piştî wê li qada Newrozê, agirê Newrozê ji aliyê malbatên Şehîdan ve hate hildan û bê navber dirûşmeyên ‘Newroz pîroz be, bijî Rêber Apo’ hatin bilindkirin.
Tevî hezaran kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê amadene, bi dehan çalakvan, nunerên hizb û alliyên siyasî, rêxistinên sivîl jî li qada Newrozê amadene û bi coşek mezin cejna Newrozê pîroz dikin.
Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêber Apo û şehîdên azadiya Kurdistanê hatine bilindkirin.
Têvî hewaya sar û baranê ji bi hezaran kes li qada pîrozbahiyê kom dibin.

