Yekşem, 22 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 22’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran Newroza Azadî û Demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Kocaeliyê de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Amedê bi ‘Govenda Azadiyê’ bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgur Ozel: Êdî tekane çare aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîla Newroz bi agir û govendê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyan Newroza 2026’an!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo di Newroza li Qendîlê de hat xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Ev Newroz bihara azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz bi tevlîbûna hezaran kesî li Qendîlê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroza Amedê: Em ê tekez bi ser bikevin
Kurdistan

Newroza Amedê: Em ê tekez bi ser bikevin

Newroza Amedê ya 2026'an: Her kêlî, her reng, her coş û her rûyê tevlî bûn ji bo serketina gelê Kurd a sedan sal in berdêlan dide, hêvî careke din mezin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Adar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Newroza ku îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li Amedê hate pîrozkirin, hem ji kêliyên dîrokî hem jî ji peyamên girîng re şahidî kir. Li gel baranê jî ji 7 heta 70 salî gelek kes tevlî bûn û cejn bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Baweriya gela bi têkoşînê û hêviya ji pêvajoyê careke din hate nîşandan.

Bi sed hezaran kesî li gel polîtîkayên êriş, provokasyon û qexeyan jî agirê Newrozê îsal bi coşeke hîn mezintir geş kirin û ji Qada Newroz Parkê isara gelê Kurd a li ser aştî û azadiyê careke din nîşanî cîhanê dan. Yekîtiya neteweyî, rakirina tecrîdê, berdana girtiyan, avêtina gavên hiqûqî têkildarî pêvajoyê û hêviyên gelê Kurd ên ji bo aştiyê di pîrozbahiyê de mijarên li pêş bûn.

LI GEL QEDEXE Û ASTENGIYAN JÎ BI STRANAN KETIN QADÊ

Serê sibehê welatî ji pênc deriyên hatin danîn ketin qada Newrozê. Girseya gel du saetan zû li qadê li hev civiyan û li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Saet di 10:00 de jî ji bendên kontrolê yên polîsan derbas bûn û ketin qadê.

Jinên ku bi kincên xwe yên gelêrî bi dirûşman derbasî nava qadê bûn bi kincên xwe yên rengîn qad xemilandin. Mêran jî bi şal û şapikên li xwe kirî derbasî qadê bûn.

Li gel ku biryareke qedexeyê nebû jî kesên ku kincên gelêrî li xwe kiribûn û dixwestin bi şalên kesk, sor û zer derbasî nava qadê bibin, hatin astengkirin. Ciwanan nerazîbûn nîşanî qedexeyê dan. Dayikek ku qedexe nas nekir, çenteyê xwe nîşan da û got, “Ew hezar carî qedexe bikin, ez ê hezar carên din veşêrim û bikevim qadê.” Her wiha gelek ciwan jî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Piştî ketina gel a li qadê, girseya gel bi strana bi strana ‘Rehşan’ a Agirê Jiyan hate pêşwazîkirin. Di destê beşdarana de flamayên ji wêneyên Rêber Apo hebûn.

LI QADÊ COŞA JIN Û CIWANAN

Li Newrozê ku coş her kêlî zêde bû, li gel baranê jî govend hate gerandin. Tevlîbûna zêde ya ciwanan bal kişand.

Ciwanên ku bi kincên neteweyî tevlî bûn tim û tim dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîriyan. Her kêliya ji qadê nîşaneya îrade û hêviya gel bû.

Li qada ku dayikan bi rengê kesk, sor û zer xemilandibûn, bi taybetî govenda jin ên koçer coş zêde kir. Di Newrozê de ku jin ên ciwan jî gelekî tevlî bûn, reng û coşa wê hêjayî dîtibû. Pîrozbahî bû yek ji pîrozbahiyên Newrozê yên herî qelebalix ên salên dawî.

DAXWAZA JI BO AZADIYÊ ERD Û EZMAN HEJAND

Li beşeke meizn a kulûbeyên li qadê posterên mezin ên Rêber Apo hatin daliqandin. Li gel posteran gel al hilda û li her nuqteya qadê wêneyên Rêber Apo bilind kir. Ciwanên ku xwestin li pêşiya pankartan wêne bikişînin ketin rêzên dirêj.

Bi axaftin û dirûşman daxwaza bidawîkirina tecrîdê û pêkhatina azadiya Rêber Apo hate kirin. Welatiyan bi yek dengî dirûşm avêtin, li gel daxwaza azadiyê her wiha israra xwe ya di mijara aştiyê de tim û tim destnîşan kirin.

Tevî gel, siyasetmedarên ku li pîrozbahiyê axivîn bal kişandin ser daxwaza statuyê ya gelê Kurd û ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin. Her wiha işaret bi girîngiya pêvajoyê hate kirin.

Welatiyan ku di hevpeyvînên xwe yên ji bo çapemeniyê de ragihandin ku pêvajo firsendek e, anîn ziman ku divê ev firsend ji aliyê herdu aliyan ve bê nirxandin. Li gel vê yekê hêvî û baweriya xwe ya bi Îmraliyê û pêvajoya aştiyê anîn ziman û peyam dan dijberên pêvajoyê.

BANGA YEÎTIYA NETEWEYÎ YA DEMOKRATÎK HATE DUBAREKIRIN

Dayikan li dora êgir bi rûkenî tilîlî kirin, ciwanan jî ji bo geşkirina agirê Newrozê bi rengekî kevneşop çakêtê xwe avêtin nava agir. Coşa pîrozbahiyê bi stranên hunermendan hîn geş bû.

Hunermendên ji çar aliyên Kurdistanê hatin hem bi stranên xwe hem jî bi axaftina xwe bal kişandin ser yekîtiya neteweyî û yekbûna gelê Kurd. Bi vê bangê re girseya gel dirûşma “Yek e, yek e, yek e gelê Kurd yek e” qîriya.

Siyasetmedaran jî heman bang dubare kirin, bi taybetî bal kişandin ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd a di vê pêvajoya bi rîsk û şer de ya li çar parçeyên Kurdistanê.

LI GEL BARAN Û HERIYÊ GOVEND NESEKINÎ

Piştî axaftinan Agirê Jiyan derkete ser dikê û gel li salên 1990’î vegeriya. Li gel baranê jî govend hate gerandin. Girseya gel guh neda heriyê û bi komê re stran got.

Axaftina Çetîn Arkaş ku piştî 33 salên girtîmayinê hate berdan, bandoreke mezin li girseya gel kir.

‘EM Ê TEKEZ BI SER BIKEVIN’

Çetîn Arkaş axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Her canekî ku me ji dest da, ewladên herî bijarte û bedew ên vî gelî bûn. Ewladê we bû. Niha wan canan di govenda xwe de, di dirûşmên xwe de, di nava têkoşîna xwe de hîs bikin. Me soz dane wan. Em soz didin wan û dayikên hêja hemûyan: Em ê bi ser bikevin. Em ê tekez bi ser bikevin.”

Girseya gel ku bi dirûşman serê sibehê kete qada pîrozbahiya Newrozê, êvarê bi strana “Çerxa Şoreşê” ji qadê çû.

Newroza Amedê ya 2026’an: Her kêlî, her reng, her coş û her rûyê tevlî bûn ji bo serketina gelê Kurd a sedan sal in berdêlan dide, hêvî careke din mezin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 22’Ê ADARA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Gerîla Newroz bi agir û govendê pêşwazî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mîtînga 8’ê Adarê li Hesekê

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Hesekê yê Rojava mîtîng…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tebqayê serçeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Li bajarê Tebqayê di çalakiya QSD’ê ya bi piştgirya hêzên Koalîsyona Navneteweyî de serçeteyekî DAÎŞ’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûsya wê bi tetbîqata nukleerî bersivê bide gefên Rojava!

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Serokê Federasyona Rûsyayê li hemberî gefên serokên Rojavayî banga…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gerîla Newroz bi agir û govendê pêşwazî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qendîlê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi wêneyan Newroza 2026’an!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Peyama Rêber Apo di Newroza li Qendîlê de hat xwendin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?