Li Wanê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” destpê kir. Ji ber ku polîsan xwestin ser Veysî Aktaş, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Derya Aslan û gelek siyasetmedaran bigere, rageşiyê rû da. Piştî ku polîsan dest ji lêgerînê berdan, bernameya Newrozê bi beşdariya bi sed hezaran kesî destpê kir. Ji qada Newrozê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” bilind bû. Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Endamê Komîteya Amadekar Ûmût Tayanir destpêkê axivî.
Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Gulşen Kûrt got, “Di şexsê Salih Muslim de em şehîdên Newrozê bi bîr tînin. Gelê Kurd bi salan e li ber xwe dide. Em ji bo jiyaneke demokratîk têkoşîneke mezin dimeşînin û dem dema azadiyê ye. Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî jin jiyaneke nû diafirînin. Bi pêvajoyê re ku ji aliyê Birêz Ocalan hate destpêkirin, em jiyaneke nû û aştiyê ava dikin.”
Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Cemal Demîr jî got, “Gelê Kurd azadiya rêberê xwe dixwaze. Ji bo vê em têkoşîneke mezin dimeşînin û em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
Newroz bi stranên Koma Rojhilat dewam dike.
BERNAME
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Veysî Aktaş, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Derya Aslan û gelek siyasetmedar wê li pîrozbahiyê biaxivin. Peyama Newrozê ya Rêber Apo wê bê xwendin. Her wiha Agirê Jiyan, Koma Rojhilat Şiyar Berwarî, Hozan Şervan jî wê hunera xwe pêşkêş bikin.

