Newroza li Stenbolê, li Sancaktepeyê bi dadana agirê ewilî destpê kir. Navçeyên Stenbolê wê heta 22’ê Adarê li qadên xwe pîrozbahiyan bikin. Di 22’ê Adarê de jî li Yenîkapiyê saet di 10:00 de wê kombûna mezin pêk were û Koma Amed û Sûavî derkevin ser dikê.
Hevseroka Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê Arîfe Çinar anî ziman ku Newroz ne tenê cejna gelê Kurd e, cejna hevpar a kedkaran, jinan û gelên Tirkiyeyê ye. Arîfe Çinar diyar kir ku Newroza îsal wê bibe nîşaneya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a li qadê û got, “Ev Newroz ji bo azadî û demokrasiya Tirkiyeyê girîng e.”
Arîfe Çinar destnîşan kir ku wê 22’ê Adarê li Yenîkapiyê di Newrozê de gel peyameke xurt bide û got, “Di pîrozbahiyê de ya li Yenîkapiyê wê peyamên girîng ên gelan bêne dayin. Di van peyaman de wê demokrasî û azadî derkeve pêş. Wê bibe peyama wê yekê ku dewlet divê gava şênber biavêje, ji qonaxa negatîf êdî derbasî qonaxa pozîtîf bibe. Ji bo gelê Kurd li ser vê xakê bibe xwedî statu, zemîna hiqûqî û qanûnî bê bikaranîn û Tirkiye demokratîk bibe ev yek wê gelekî girîng be.”
Arîfe Çinar diyar kir ku ew li bendê ne ku tevlîbûn gelekî zêde be, wê hemû gelan vexwînin pîrozbahiya mezin a li Yenîkapiyê û got, “Jin, gelê Kurd û gelên din wê bi kincên xwe yên neteweyî li qadê bin. Em bi cihêrengiya xwe bi hev re bin, em bi hev re bibêjin demokrasî û azadî, banga civaka demokratîk bi hev re li qadê bikin.”
DI NEWROZÊ DE XWEDÎDERKETINA LI TÊKOŞÎNA SALIH MUSLIM
Arîfe Çinar anî ziman ku agahiya li ser wefata Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim êş û xemgîniyeke mezin afirandiye û got, “Me Salih Muslim ê hêja ji dest da. Em bi vê diêşin. Di her Newrozê de bi taybetî jî Newroza Stenbolê de em ê peyama mezinkirina têkoşîna wî bidin. Em ê têkoşîna Salih Muslim bi bîr bînin û di Newrozê de soza mezinkirina vê têkoşînê bidin.”

