Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya Mersînê hatiye destpêkirin, di roja 12’an de didome. Bi beşdariya parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan, li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî daxuyanî hate dayin. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm derbeya li dijî vîna gel e” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Hevşaredar îradeya me ne”, “Jin, jiyan, azadî”, “Na ji qeyûm re, rêzê ji bo îradeyê bigirin”, “Bijî piştevaniya gelan”, “Diz wê biçin gel wê li vir bimînin” û “Qeyûmê diz ji Akdenîzê bicehime” hatin berzkirin.
Di nobetê de ji ewil endamê Meclisa Şaredariya Akdenîzê Aydin Kiliç axivî û xizmetên ji bo şaredariyên kirin vegot. Dayika Aştiyê Zeynep Aslan jî tayînkirina qeyûm şermezar kir û got ku wê têkoşîna wan a li dijî xespkirina îradeyê bidome.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan jî wiha got: “Ev 12 roj in em li dijî xespkirina îradeyê têdikoşin. Qeyûm, diz in. Bi tayînkirina qeyûm re şaredarî li gel hatiye girtin û tu xizmetan nakin. Şaredarî hatiye dagirkirin. Di hundirê wê de ne edalet ne jî hiqûq heye. Qeyûm, xebatên 9 mehan ên DEM Partiyê ji hesabên şaredariyê jê biriye. Ev dizî ye. Xuyaye ku derdekî qeyûm ê ji bo xizmetê tune ye.”
Bozan, bal kişand ser hincetên girtina hevşaredaran û axaftina xwe wiha qedand: “Ev lêpirsîn, dosyaya kompasê ye. Qeyûm, veguherandine rejîmê. Qeyûm, zilm û bêwijdanî ye. Divê her kes li dijî qeyûm têbikoşe. Em berxwedana xelkê Rojava silav dikin. Dê gelê Kurd van êrişan qebûl neke. Divê Tirkiye dev ji êrişan berde. Dê têkoşîn û berxwedana me ya li dijî qeyûm bidome.”
Nobet, bi çalakiya rûniştinê domiya.