În, 20 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hebûna Êzidiyan û mifteya destûrî ya bêderî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê di greva birçîbûnê de ye daket 42 kîloyan, pirsgirêkên tenduristiyê giran bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo mafê hêviyê û rakirina tecrîdê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Newrozên destpêkê yên Tevgera Apoyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya Newrozê serdana Şehîdgeha Mihemed Karasungur hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hecî Ehmedî bi bîr anî: Mîrasa wî rêya têkoşînê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li quntarên rêzeçiyayên Zagrosan Newroza azadî û yekîtiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dûtaxê coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin
Kurdistan

Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Nûrhaq Ararat diyar kir ku Newroz ji bo ciwanên Kurd xwedî girîngî û wateyeke mezin e û got, "Herî zêde ciwan heqîqeta Newrozê hîs dikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Nûrhaq Ararat bi wesîleya Newroza 2026’an ji ANF’ê re axivî. Nûrhaq Ararat Newroz li Rêber Apo, gerîla, gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz kir û anî ziman ku Newroz tê wateya nûbûn û jinûve avabûnê.

Ararat diyar kir ku li Amedê dema diçû zanîngehê wî heqîqeta Newrozê jiya û qala hesta Newroza destpêkê kir: “Ji bo min firsendeke mezin bû ku li paytexta Kurdistanê Amedê Newrozê bi coş û ruhê wê yê xweser bibîne. Di Newroza Amedê de min şahidî ji kombûneke girseyî re kir ku ji çar aliyên Kurdistanê tevlîbûn lê çêbû. Bi milyonan mirovî qada Newrozê dagirtibûn. Moral û coş bêhempa bû. Di dema Newrozê de bangek hate kirin ku wê ber bi nîvro meşeke girseyî bê lidarxistin.

Di meşê de jin û ciwanan pêşengiyeke xurt kirin. Di dema meşê de dirûşma ‘Bijî Rêber Apo’ li ser zimanê jin, ciwan, extiyar, zarok her kesî bû. Me bi vê coş û kelecanê ji qada Newrozê dest bi meşê kir. Di meşê de ku bi milyonan mirov tevlî bûn bi yek dengî dirûşma ‘Bijî Rêber Apo’ hate qîrîn. Dema ku meşê destpê kir, tirs kete dilê dijmin. Di heman kêliyê de dijmin bi hemû hêz û wesayitên xwe yên leşkerî xwe vekişand nava qereqolan. Min bi xwe ev yek dît. Ev rastî careke din diyar bû; dilsoziya gelê Kurdistanê bi taybetî jî ya jin û ciwanan a bi Rêber Apo re bêhempa ye. Ti hêz û dijmin nikare li pêşiya vê meşê bibe asteng. Newroza Amedê ya sala 2011’an Newroza destpêkê bû ku tevlî bûm. Lewma Newroza 2011’an bi vî rengî bandoreke mezin li min kir. Piştî vê bandorê min tevger bêhtir nas kir, nivîsên Rêber Apo xwend û tevlî nava tevgera azadiyê bûm.”

‘NEWROZ JI BO TEVAHIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN XWEDÎ GIRÎNGIYEKE MEZIN E’

Nûrhaq Ararat li ser bandora berxwedana Newrozê ya li tevgera ciwanan got, “Cejna Newrozê ne tenê ji bo gelê Kurdistanê ye, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin e û manewiyata wê heye. Bêguman ji bo ciwanên Kurdistanî xwedî qîmet û wateyeke hîn xweser e.”

Nûrhaq Ararat diyar kir ku Cejna Newrozê demsala biharê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Di demsala biharê de xweser, daxwaza azadiyê, nûbûn û dewlemendiyê timî datîne holê. Karakterê Newrozê jî bi giranî dişibe nasnameya ciwanan. Dema ku mirov nasnameya ciwanan pênase bikin dikarin bibêjin; di nasnameya ciwanan de her tim nûbûn û avabûn heye; herikîn û zindîbûn heye. Ji ber vê jî nasnameya ciwanan û tê wateya nasnameya Newrozê. Yên ku herî zêde bi heqîqeta Newrozê zanin û hîs dikin, ciwan in.”

Nûrhaq Ararat ragihand ku di vê pêvajoyê de ji bo gelê Kurd, ji bo Rojhilata Navîn, ji bo jin û ciwanan Newroz xwedî wateyeke girîng e û got, “Rêber Apo pêvajoyeke nû da destpêkirin. Bi Newrozên salên bihurî re tevgera azadiyê kedeke mezin da, mîrateyeke afirand, hebûna gelê Kurd ispat kir û ava kir. Bi wesîleya vê Newrozê ciwanên Kurdistanê wê li ser xeta sosyalîzma demokratîk xwe nû û zane bikin. Ciwan divê li ser vê bingehê li ser bingeha heqîqeta komunîzm û sosyalîzmê xwe ava bikin. Ji her alî ve ber bi azadiyê ve bimeşin. Di meşa pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de divê têkoşîna xwe mezin bikin û xwe bigihînin encamê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Amed ji Newroza dîrokî re amade ye
Nûçeya Pişt re Piştî êrişa li ser Durziyan Îsraîlê li binesaziya hikumeta demkî xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Şemiyê ji bo 3 kesên ji aliyê dewletê ve hatine ‘qetilkirin’, hatin ba hev

Dayikên Şemiyê aqûbeta Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayê HPG’ê Şehîd Fedakar li Şengalê hate bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Fedekar Şengalî ku di sala 2019’an de di encama êrişên dewleta Tirk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Li pêşiya me du rê hene

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku du rê li pêşiya wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Piştî êrişa li ser Durziyan Îsraîlê li binesaziya hikumeta demkî xist

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?