Çarşem, 28 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rapora binpêkirinê: Tundî, di sermayê de şilkirin, kiryarên xirab, bi darê zarokê maçkirina alayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê êrîşên li ser Rojava protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan û Ozel: Divê deriyên sînor bêne vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Baran Ebdî li Mersînê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kezban Konûkçû: Dixwazin Kobanê veguherînin Xezeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Kurd yek peyamê dide cîhanê: ‘Kurdistan yek welat e!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebce ji bo Rojava meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azîz Koyluoglu û hevrêyên wî li cihê ku lê şehîd bûn, hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye nayê teslîmgirtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRD’ê Azîz Koyluoglu bi bîr anî: Çapemeniya Azad bêdeng nebû, wê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Azîz Koyluoglu ji aliyê hevrêyên xwe ve hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan nerazîbûn nîşanî êrîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Amerîkaya Latînî heta Rojava piştgirî: ‘Em Rê Nadine Jenosîdeke Nû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Meşa di rêya şehîdên me de wê pîvana me ya bingehîn be!
Jin

PAJK: Meşa di rêya şehîdên me de wê pîvana me ya bingehîn be!

Koordînasyona PAJK’ê got, “Em hevrêyên xwe Berfîn û Sema bi bîr tînin û diyar dikin ku bi xwedî derketina li têkoşîn û ezmûnên ku dewrî me kirine re, em ê teqez serketinê pêk bînin. Meşa di rêya şehîdên me de wê sekin û pîvana me ya bingehîn be."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera şehadeta yek ji endama Meclîsa PAJK’ê, Konseya Fermandariya HPG’ê û YJA Starê, Fermandariya Akademiya Apollo û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaq û milîtana xeta fedaî Sema Roza daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê bi vî rengî ye:

“Yek ji taybetmendiya herî giranbiha ya şoreşa Kurdistanê fedakariya mezin a milîtanên wê ye. Şoreşgerên Kurdistanê bi fedakariyê re statuya gel û nasnameyek bi dest xistine. Jiyan û têkoşîna wan dîrokî ne û ew cewher û pîvana jiyana nû ne.

Hevrê Berfîn Nûrhaq yek ji mînakên vê fedakariyê û jiyana watedar bû ku nûnertiya têkoşîna azadiya jinan dikir. Em milîtanên pêşeng ên şoreşa me hevrê Berfîn û Sema di salvegera 4’emîn a şehadeta wan de bi hurmetî, hezkirin û minetdarî bibîr tînin. Soza me ya hevrêtiyê ew e ku em têkoşîna wan û xeta azadiya jinan bigihînin serfiraziyê.

Jinên Kurd ên ku karîn bibin aîdê xwe, li van çiyayan li ser navê hemû jinan vejînek nû afirandin. Hevrê Berfîn yek ji kedkarên vê afirandinê ye. Wê bi bawerî û cidiyetek mezin ji bo şoreşa jinan ku li Kurdistanê dest pê kir, li seranserê cîhanê belav bibe û bibe şoreşa sedsala 21’an, têkoşîn kir. Sekn û gihîştîbûna wê, kesên li dora xwe kişand ber bi vê cidiyetiyê. Hevrê Berfîn bi kesayetiya xwe ya têkoşer, xwedî israr, kûr û bicewher, şoreşgerek mînak bû.

Hevrê Berfîn Nûrhaq wekî endama Meclîsa PAJK’ê, hemû peywirên têkoşîna azadiya jinan girt ser milên xwe. Ew li her deverê ji qadên şer, heta rêxistinkirina civakê, ji perwerde û xebata pratîkî, heta xebatên îdeolojîk, çalak bû. Ew beşdarî xebatên koordînasyona PAJK’ê bû û wekî Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê xebitî.

Hevrê Berfîn her tim pêşengiya têkoşîna azadiya jinan dikir. Li her deverê ku hewcedarî hebûya, ew yekem kes bû ku diçû. Wê her tim ji bo deverên zehmet xwe pêşniyar dikir û cudahî di navbera peywiran de nedikir. Ew ji berpirsiyariyan xwe neda alî û bi fedakariya xwe derket pêş. Li her deverê ku zehmetî hebûn, hevrê Berfîn her tim li wir bû. Bi van taybetmendiyên xwe, wê li dora xwe avahiyek civakî û rêxistinî ya xurt ava kir.

Ji bo ku pêşî li fermana Şengalê bigire ew ji roja yekem ve tevlî têkoşînê bû. Ew li dijî hovîtî û tarîtiya DAÎŞ’ê di eniyên herî pêş de bû. Fermandarek ku rê li ber rizgariya Şengalê vekir. Wê rûmet û hebûna gelê Êzidî parast. Ji ber vê sedemê, wê di dilê gelê Êzidî de cihekî mezin qezenc kir.

Hevrê Berfîn ji bo ku şoreşa jinan û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li seranserê Kurdistanê ji Rojhilat heta Şengal, ji serî heta dawî belav bibe, meşiya. Wê wateyên nû li rêwîtiya xwe zêde kir, serketin bi dest xist, hevrêtî û bedewiyên nû ava kirin. Ew qet nesekinî. Ew xwe fedayê bedewiya vê jiyanê kiribû û nûnertiya vê seknê dikir. Ew di nav hevrêyên xwe de wekî milyaketek dihat nasîn. Zelalî, bedewî, paqijî, jidilbûn, hesasiyet û kedkarî taybetmendiyên wê yên herî berbiçav bûn.

Hevrê Sema jî yek ji milîtanên ciwan, fedakar û bi îdîa ên vê şoreşê bû. Ew hevrêyek bû ku xwe li ser xeta azadiyê perwerde kiribû û cewhera jiyanê fêm kiribû. Hevrê Sema di dîroka têkoşîna me de wekî mînakek hevrêtiyê cihê xwe girt.

Em ê xwedî li bîranîna Hevrê Berfîn û Sema derkevin û ji bo parastina hînkirin û têkoşîna ku wan dewrî me kiriye, têkoşîn bikin. Em ê armanca wan bigihînin serketinê. Em ê beşdarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêbertiya me ve li ser bingeha nirxên ku bi saya hevalên me yên şehîd hatine avakirin hatiye destpêkirin, bibin. Wek jin, em ê civakek azad û rêxistinkirî ava bikin, li her derê çanda demokrasiyê ava bikin û têkoşînê bidomînin. Meşa li ser rêya şehîdên me dê pîvan û sekna me ya bingehîn be.

Li ser vê bingehê em ji malbatên hêja ya hevrêyên xwe Berfîn û Sema re, ji hemû hevrêyan re, ji tevahî jinên Kurd û gelê me re sersaxiyê dixwazin.

Em bang li hemû jinan dikin ku, ji bo kesayetiya şoreşger û sosyalîst û nirxên ku hevrê Berfîn ava kirine, bibe malê dîrok û civakê xwe birêxistin bikin û tevlî têkoşînê bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Li Şehbayê êşkence li ciwanekî hate kirin û hate revandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Hûn li Îmraliyê çi vedişêrin?

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku derewa desthilatdariya AKP-MHP’ê ya derbarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon divê bi Abdullah Ocalan re diyalogê dîne

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku komîsyona li meclîsê hatiye avakirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Bû fedaiya gel û welatê xwe

Gerîla Agirî Azadî di vî şerê de bi ser ket, ji ber ku koletiya serî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gelê Kurd yek peyamê dide cîhanê: ‘Kurdistan yek welat e!’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê gel bajêr û gundên xwe diparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Rojava ji bo parastina taxên xwe nobetê digire

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJˊê nasnameya Fermandar Sîdar Efrîn eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?