Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di rûniştina xwe ya Îlona 2025’an de li ser “Koma Doza Gurban” axivî. Komîteyê bal kişand ser Biryara Ocalan (2) ya 2014’an a derbarê Rêber Abdullah Ocalan de, ku nehatibû bicîhanîn. Her wiha binpêkirinên “mafê hêviyê” di dozên Hayati Kaytan, Civan Boltan û Emin Gurban de jî hat destgirtin. Di vê çarçoveyê de komîte bal kişand ser komîsyona ku di Meclîsa Tirkiyeyê de hatiye avakirin.
Her wiha tê diyarkirin ku xebatên ‘’Komîsyona Demokrasî, Xwşk-Biratî û Hevgirtina Millî’’ ya li TBMM’ê ber bi temambûnê ve ne û têkildarî pêvajoya ku bi Banga Aşitî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê dest pê kiriye gihîştiye qonaxa guherînên yasayî.
Dema ku mirov li guherînên yasayî yên têkildarî pirsgirêka Kurd ên li Tirkiyeyê yên berê dinêre, mirov li rastî nediyariyan tê. Bi taybetî jî ji aliyê guncawiya bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ve û li gel qanûnên weke Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê, Qanûna Înfazê, Qanûna Cezayê Tirk û yên weke wan ên di mewzûata Tirkiyeyê de cih digirin, hukmên eleqedar ên Qanûna Bingehîn rê li ber derketina pirsgirêkan vedikin.
Hevserokê Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê (MAF-DAD) Mahmût Şakar, guncawiya guherînên yasayî yên muhtemel a bi PMME’re ji ajansa me re nirxand.
Di destpêkê de ez dixwazim vê yekê bînim ziman: Hemû caran piştperdeya polîtîk a meseleyên hiqûqî yên têkildarî Birêz Ocalan heye. Jixwe sedema rehîngirtina wî ya li Girava Îmraliyê di nava pergaleke taybet de jî ev e. Yanî têkildarî Birêz Ocalan, bi rastî jî ji aliyê îdarî û hiqûqî ve gelekî cuda ye, rejîm û modeleke ji ya Tirkiyeyê ya giştî cudatir tê sepandin.
Li wir pêkanîna guherînekê; dabînkirina mafên sereke yên Birêz Ocalan, ji bo bicihanîna biryarên DMME’yê girîng e mekanîzmayên navneteweyî hemû caran bikeve meriyetê.
Jixwe ji ber ku modela Îmraliyê bi erêkirina Ewropayê hatiye avakirin, Ewropa ji destpêkê ve weke perçeyekî pêvajoya Îmraliyê ye. Ji vî aliyî ve têkiliya wê heye.
Helwesteke Tirkiyeyê ya bicihneanîn û binpêkirina biryarên DMME’yê yên têkildarî Rêber Apo, Demîrtaş û Kavala heye ku ew jî aligirekî PMME’yê ye. Divê ev helwest çawa were şîrovekirin?
Di encamê de Tirkiyeyê ev demeke dirêj e bi Ewropayê re têkiliyeke nerûniştî heye. Yek ji endamên ewil ên Konseya Ewropayê ye. Yanî helwesteke ku hem di nava mekanîzmaya Ewropayê de cih digire û hem jî biryarên wan mekanîzma û peymanan bi cih naîne nîşan dide.
Yanî rastiyeke Tirkiyeyeke ku dixwaze bibe perçeyekî Ewropayê lê belê dixwaze li dûrî hiqûq û kevneşopiya mafên mirovan a Ewropayê bisekine, heye.
Baş e, di guherîneke muhtemel de wê rola Ewropayê çi be?
Ez difikirim ku ji aliyê pêkanîna guherîneke li Tirkiyeyê ve rola Ewropayê girîng e. Rola saziyên Ewropayê ya ji aliyê teşwîqkirina guherînên li Tirkiyeyê, avakirina rejîmeke hiqûqî û demokratîk û pêkanîna guherîna têkildarî Birêz Ocalan ve gelekî girîng e. Heya roja îroyîn jî rexneyeke me ya sereke jî têkildarî bicihneanîna van rolan bû.
Li dijî CPT’ê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê rexneyên me hene. Jixwe ev yek tên zanîn. Em jî weke hiqûqnasan hewl didin hemû derfetên Konseya Ewropayê bi kar bînin. Ez di wê baweriyê de me ku ev bikaranîna derfetên şaxên Konseya Ewropayê yên ji aliyê rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan ve, bikaranîna ‘’mafê hêviyê’’ yê ji bo Birêz Ocalan yan jî di azadkirina Birêz Ocalan de gelekî girîng in.
Heya roja îroyîn li gel têkoşîna hiqûqî têkoşîna dîplomatîk jî hate meşandin. Di gelek mijarên weke şert û mercên Birêz Ocalan, sepanên derqanûnî yên li ser Birêz Ocalan û bicihneanîna biryarên dadgehê de mekanîzmayên din ên Konseya Ewropayê jî hatin agahdarkirin. Em hewl didin ku bi awayekî rêkûpêk bi van mekanîzmayan re bikevin têkiliyê. Ji ber vê yekê girêdayî vê meseleyê bikaranîna mekanîzmayên Konseya Ewropayê gelekî girîng e ku di vê pêvajoya dawîn de ev girîngî zêdetir jî dibe.
Bo nimûne, pisporên Komîsyona Venedîkê ya di sala 1990’an de hatiye avakirin û weke şaxeke şêwirdariya Konseya Ewropayê ye, diyar dikin ku ger Tirkiye ji Komîsyona Venedîkê daxwaza nêrîneke fermî bike wê pêvajoya reformê zêdetir guncawî standartên Konseya Ewropayê be û berê wê bide zemîneke ewletir. Weke hiqûqnasekî hûn têkildarî vê yekê çi difikirin?
Ez bawer dikim ku ji bo Komîsyona Venedîkê pir girîng e ku destwerdanê bike di xurtkirina çarçoveya hiqûqî ya Tirkiyeyê de, bi taybetî di doza Birêz Ocalan de. Di biryara xwe ya derbarê Birêz Ocalan de, DMME’yê diyar kir ku “mafê hêviyê” hatiye binpêkirin û ceza neqanûnî ye.
Çavkaniya vê binpêkirinê di pirsgirêkên hiqûqê yên avahîsaziyê de ye, wekî Qanûna Îdamê. Ji ber vê yekê, lêkolîn û rapora Komîsyona Venedîkê li ser lihevhatina van qanûnan bi DMME’yê re dê tevkariyek xurt ji bo pêvajoyê çêbike.
Ger di “mafê hêviyê” de pêşveçûnek were kirin, ev tenê bi rêya guhertinên qanûnî dikare were bidest xistin. Lê belê divê cewherê van guhertinan û lihevhatina wan bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê re bi baldarî were şopandin.
Şopandina vê pêvajoyê hem ji bo pisporên hiqûqê û hem jî ji bo hiqûqa navneteweyî, bi taybetî ji bo hiqûqa Ewropayê girîng e. Di vî warî de, çavdêriya Komîsyona Venedîkê ya di guhertinên qanûnî yên muhtemel, nirxandina rewşa heyî û ceribandina lihevhatina rêziknameyan bi ruhê peymanê re girîng e.
Di vê çarçoveyê de, ez tevlîbûna Komîsyona Venedîkê di pêvajoyê de hem ji bo pêvajoya aştiyê û hem jî ji bo pêşveçûna têkiliyên Tirkiye-YE’yê erênî dibînim.
Ji bilî serlêdanên DMME’yê û çavdêriya ji aliyê Komîteya Wezîran ve, em gelek hevdîtinan bi parlamenter, komîteyên Konseya Ewropayê û nûnerên daîmî re li dar dixin. Armanca me ew e ku rewşa Birêz Ocalan û bandora azadiya wî ya fizîkî li ser pêvajoya aştî û demokratîkbûnê ji raya giştî re bi rengekî berfireh rave bikin û piştrast bikin ku li ser vê mijarê tedbîr werin girtin.
Di vê çarçoveyê de, ez bawer dikim ku tevlîbûna Komîsyona Venedîkê di vê pêvajoyê de bi rêya mekanîzmayên siyasî dê hem ji bo nirxandina rewşa heyî û hem jî ji bo pêşketinên muhtemel tevkariyek girîng çêbike.

