Li Parlamentoya Eyaleta Ren-Vestfalyaya Bakur a Elmanyayê avaniya civakî a Sûriyeyê hate nîqaşkirin. Di nîqaşan de hate diyarkirin ku divê mafên mirovan werin parastin, entegrasyon were bihêzkirin û girêdayî pergaleke nenavendî rêz li piraniyê were girtin.
Partiya Keskan a Elmanyayê, di 12’ê Kanûnê de civîneke bi sernavê ‘’Li Rena Bakur Sûriyeyiyên di navbera sirgûn û destpêkeke nû de- mafê mirovan di bin talûkeyê de ye’’ li dar xist. Civîn, li bînaya parlamentoya eyaletê bi beşdariya parlamenterên Elman û aktîvîstên Sûriyeyî hate lidarxistin.
Di civînê de mijarên weke piştî hilweşîna rejîma BAAS’ê rewşa avaniyên civakî yên li Sûriyeyê û binpêkirinên hikûmeta demkî yên li ser Elewî, Asûrî, Kurd, Durzî û civakên din hatin gotûbêjkirin.
Parlamenterê Elman Max Lucks diyar kir ku Elmanya di mijara avêtina pêngavên cidî yên têkildarî Sûriyeyê de dereng maye û got: ‘’Curbicuriya Sûriyeyê, çavkaniyeke hêzê ye ku divê li ser were avakirin. Divê stratejiyeke Elman a demokrasî û mafên mirovan pêş bixe were pêşxistin.’’
Beşdarvanan diyar kir ku ji bo Sûriyeyê pergaleke nenavendî alternatîfa herî guncaw e.

